REPAK: Divê mafê hêviyê bê nasîn
- 20:41 26 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - REPAK’ê bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir ku b ji bo bicihanîna mafê hêviyê di çarçoveya biryarên DMME’yê û mafên mirovan ên gerdûn zextê li dewleta Tirk bike û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin kampanyaya îmzeyan a ku wan daye destpêkirin.
Navenda Têkiliyên Derve ya Jinên Kurd (REPAK) daxuyaniyek weşand û bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, hemû jinan, gelê Kurd, raya giştî ya demokratîk û parêzvanên mafên mirovan kir ku di mijara naskirina mafê hêviyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên ku ji vî mafî bêpar hatine hiştin, erk û berpirsiyariyên xwe yên dîrokî bi cih bînin.
Daxuyaniya REPAK’ê wiha ye:“Di vê pêvajoya dîrokî de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di meha Kanûnê de mijara mafê hêviyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixe rojeva xwe, em wekî jin û Kurd dengê xwe bilind dikin û bang li her kesî dikin ku ji bo naskirina mafê hêviyê helwestê nîşan bidin, piştgiriyê bidin û hevkariyê bikin.
Mafê hêviyê ne tenê meseleya azadiya takekesî ye. Meseleya rûmeta mirovahiyê, rêgezên hiqûqa gerdûnî, wekhevî, edalet û avakirina pêşerojeke demokratîk e. Divê mafê hêviyê û hêviya azadiyê ji ti kesî neyê standin. Bêparkirina mirovan a ji azadiya bêdawî, li dijî bingehên mafên mirovan û rûmeta mirovahiyê ye.
‘Em piştgiriyê didin têkşîna wekhevî û azadiyê’
Em jinên ku berdêla herî mezin a şer, pevçûn û bêçareseriyê didin, gelekî baş dizanin ku aştî, çareseriya demokratîk û azadiya civakî çiqas girîng in. Em piştgiriyê didin têkoşîna wekhevî, azadî û jiyana demokratîk a gelê Kurd û em naskirina mafê hêviyê ji bo vekirina rêya ber bi aştiyê ve wekî berpirsiyariyeke dîrokî û exlaqî dibînin.
Em bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikin ku li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî berpirsiyariya xwe bi cih bîne û ji bo ku Tirkiye mafê hêviyê bi cih bîne bangên pêwîst bike.
Wekî jin û Kurd, em gelekî baş dizanin ku li cihê hêvî lê hebe jiyan heye, li cihê jiyan lê hebe têkoşîn û aştî heye.
Em bang li hemû jinan, gelê Kurd, raya giştî ya demokratîk û parêzvanên mafên mirovan dikin ku beşdarî dengê me bibin û piştgiriyê bidin kampanyaya me ya îmzeyan.
Mafê hêviyê ne cudahiyek e, mafekî bingehîn ê mirovî ye. Bila mafê hêviyê were naskirin! Bibin dengê daxwaza ştî û azadiyê ya Jinan! Ji bo edalet, demokrasî û aştiyeke bi rûmet îmze bikin!”







