'Em ê li dijî êrîşan xwe bi rêxistin bikin'
- 09:20 28 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE - Endama Xeta Jinê Şevval Uzun diyar kir ku ji bo bikaribin bibin pêşengên pêvajoyê pêwîstiya yekgirtina di bin banê YCK-KURD’ê de derketiye holê û got: “Em ê bi konferansa ku îro li dar bixin xweseriya jinên ciwan bibin konferansa giştî” û li hemberî êrîşên sîstematîk ên li ser jinên ciwan banga rêxistinbûnê kir.
Jinên Ciwan ên Komunalîst, beriya konferansa ku wê di 6’ê Kanûnê de bi dirûşmeya “Bi ruhê jinên ciwan dema serkeftinê ye” li dar bixin, wê îro Civîna Jinên Ciwan a Herêma Anatoliya Navîn li dar bixin. Piştî konferansên herêmî, wê Yekîtiya Ciwanên Komunalîst ên Kurd (YCK-KURD) di 13’yê Kanûnê de li Amedê kongreya xwe ya damezrandinê ya giştî li dar bixe.
Endama Xeta Jinê Şevval Uzun diyar kir ku ew ê bi civîna îro xêza jinên ciwan bibin konferansa giştî û got: “Derxistina derketineke xurttir ji van axên ku tevger lê şîn bûye, yek ji armancên me yên herî mezin e.”
‘Jinên ciwan bi pirsgirêkên piralî re rû bi rû ne’
Şevval Uzun destnîşan kir ku ciwan li hemberî pergalê wekî gefekê disekinin û ji ber vê yekê dibin hedefa polîtîkayên şerê taybet û wiha pê de çû: “Ji ber ku jinên ciwan pêşengên guherîn û veguhertinê ne, dibin beşê ku herî zêde polîtîkayên şerê taybet li ser tên sepandin. Di van pêvajoyên dawî de bi taybetî li zanîngehan û di nava jiyana civakî de pirsgirêkên piralî hene ku jinên ciwan rastî wan tên. Helbet ev pirsgirêk gelekî piralî, pirdînamîk in û divê bi kûrahî bên lêkolînkirin. Wekî em dizanin Rojîn Kabaîş, Roj Welat Kizmaz, Gulîstan Doku jinên ciwan ên zanîngehê bûn û ev jinên ciwan ji aliyê pergalê ve hatin qetilkirin.”
‘Polîtîkayên dûrxistina jinên ciwan ji têkoşînê tên meşandin’
Şevval Uzun anî ziman ku desteyên pêşîlêgirtina tacîza zayendî yên ku ji aliyê rektoriyê ve li zanîngehan hatine avakirin li cihekî ku guh nadin daxwazên jinên ciwan disekinin û got ku di nava kampusan de tacîz, zext û tundî bûye sîstematîk. Şevval Uzun diyar kir ku jinên ciwan rastî tundiyeke pir mezin a derûnî jî tên, avakirina kampusan li dûrî navenda bajêr polîtîkayeke bi armanca astengkirina tevlîbûna jinên ciwan a nava jiyana civakî tê meşandin û wiha axivî: “Hebûna polîsên sivîl di zanîngehan de, polîtîkayên bi armanca xistina jinên ciwan û qutkirina wan a ji têkoşînê ne. Ev polîtîkayên ku em ji wan re dibêjin polîtîkayên şerê taybet ên dewletê, bi ketina nava zanîngehê, bi nêzîkbûna dostane û piştre bi gihîştina asta tundiya sîstematîk, li ser xistina jinê ji çanda xwe, ji têkoşînê û ji cewherê xwe hatine avakirin.”
‘Ji aliyê dewletê ve bi zanebûn tê sepandin’
Şevval Uzun diyar kir ku jin ji zarokatiyê ve li hemberî pergalê serî hildidin û pergal jî bi vê zanebûnê tevdigere û wiha domand: “Jin xwedî nasnameyeke wisa ye ku her tim serî hildide, li ber xwe dide, rolên zayendî yên civakî yên ku lê tên ferzkirin qebûl nake û hewl dide vegere cewherê xwe. Li pêşiya jinên ku dixwazin ev nasname azad bibe astengiyên sîstematîk derdikevin. Ev astengî li ser dijminkirina jinê, biçûkxistina wê di nava civakê de û bêqîmetkirina jinê hatine avakirin. Wekî ku em di bûyerên Gulîstan Doku û Rojîn Kabaîş de dizanin, jinên ciwan bi awayekî sîstematîk dikevin xefikan, tê xwestin ku bikevin destê çeteyên fihûşê û madeyên hişbir û ev yek ji aliyê dewletê ve bi zanebûn tê sepandin. Bi taybetî li Kurdistanê û bi giştî li hemû qadên Tirkiyeyê, jinên ciwan di kampusên zanîngehan de di bin navê civaka xebatên jinan de hewl didin li hemberî van têbikoşin. Giştînameya bi navê giştînameya YOK’ê ji zanîngehan re hat şandin. Li hemberî jinên ku hewl didin li dijî vê têbikoşin lêpirsîn tên vekirin. Jinên ku dixwazin têbikoşin wekî komên marjînal tên binavkirin û bi rastî tê xwestin ku ji dibistanan bên avêtin. Di vê nuqteyê de em dikarin bibînin ka rektorî, dewlet, pergal û yekîneyên ewlehiya taybet di nava hevkariyeke çawa de hewl didin jinan bixin, jinan qut bikin, jinan bêqîmet bikin û ji cewherê wan dûr bixin.”
‘Xeta Jinê nasnameya jina ciwan a azad a komunal ava dike’
Şevval Uzun bal kişand ser rola pêşeng a jinên ciwan û wiha zêde kir: “Nasnameyeke jina ciwan heye ku ji çanda xwedawenda dayik a ku li dora xwe jiyanê ava dike tê û ji serdema neolîtîkê ve li hemberî kujerê kastîk li ber xwe dide. Ev nasname bi desthilatdarbûna kujerê kastîk re hat xwestin ku bê xistin û hişmendiyeke serdest a mêr hat avakirin. Em nasnameyeke jinê, nasnameyeke jina ciwan dibînin ku li hemberî vê hişmendiya serdest a mêr timî serî hildide. Xeta Jinê tam di vê xalê de jina ciwan ne tenê wekî kesa ku serî hildide, di heman demê de wekî avahiyekê digire dest ku serhildana xwe birêxistin dike, serhildana xwe mezin dike, di civakê û jiyana xwe de vê xêzê ava dike, civakê dikişîne ser vê xêzê û dixwaze vê yekê bike jiyanî. Xeta Jinê ji bo avakirina nasnameya jina ciwan a azad a komunal xebatên xwe didomîne.”
‘Herî zêde pêwîstiya jinan bi aştiyê heye’
Şevval Uzun îşaret bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di rastiyê de bi belavbûna komkujî, şer, serdestiya mêr û hişmendiya mêrane li cîhanê; bi derketina şerên ku em dikarin li Îran, Iraq, Afrîka, Sûriye, Ukrayna, Rûsya û li her derê cîhanê bibînin re, Birêz Abdullah Ocalan ev xeterî dît. Em bangê wekî bangekê digirin dest ku wê qadên ku jinên ciwan bikaribin tê de bêhnê bistînin biafirîne. Ji bo rizgarbûna ji serdestiya pergalê herî zêde pêwîstiya jinan bi aştiyê heye. Ji ber ku mexdûrên herî mezin ên şer û pevçûnan jî jin in. Hişmendiya mêr dişewitîne, hildiweşîne, diçe û hemû kavilên ku li pey dimînin ji jinê re dimînin.”
‘Em bangê li ser bingeha avakirina qadên komunal digirin dest’
Şevval Uzun got “Şerekî ku ji aliyê pergalê ve li hemberî jinan hatiye vekirin heye” û wiha axivî: “Di pêvajoyên dawî de zêdebûna pir mezin a kuştina jin û zarokan, zêdebûna asîmîlasyon, zext, tacîz û tecawizê bi taybetî li ser jinên ciwan, em di serdemeke wisa re derbas dibin ku şer li eniyê, di hişmendiyê de û bi awayekî fîzîkî yek bi yek tê sepandin. Em bangê li ser bingeha avakirina qadên komunal ên ku jin tê de azad dibin û avakirina jina ciwan a komunal digirin dest. Ji ber ku jiyana komunal şêwazekî jiyanê ye ku hewl dide takekesperestiya ku pergal ferz dike bişkîne, bihevrejiyan, kolektîvîte û piştgiriyê ji xwe re dike armanc û wekî jinên ciwan hedefeke me ya wisa heye ku di vê pêvajoya aştiyê de bibin pêşengên vê jiyanê. Ji ber ku herî zêde pêwîstiya me pê heye. Em ji bo avakirina qadên azad, vegera jinê li cewherê xwe û avakirina jina berxwedêr û têkoşer têkoşîna xwe didomînin.”
‘Pêwîstiya yekgirtina di bin banê YCK-KURD’ê de derket holê’
Şevval Uzun diyar kir ku di serdemeke ku polîtîkayên şerê taybet di deh salên dawî de kûr bûne de hewl tê dayîn ku ciwan bên parçekirin û wiha pê de çû: “Em di serdemeke wisa re derbas dibin ku hewl tê dayîn têkoşîna ciwanan bê parçekirin û bên avêtin girtîgehan.” Şevval Uzun anî ziman ku ew kongreya YCK-KURD’ê di demekê de ku di serdemeke dîrokî re derbas dibin li dar dixin û got: “Em di qonaxên krîtîk ên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re derbas dibin. Ji bo ku em bibin pêşengên pêvajoyê û wekî ciwan bibin bersiveke xurt, ji bo ku em bi awayekî rêxistinkirî li hemberî pergalê bibin bersiv, pêwîstiya yekgirtina di bin banê YCK-KURD’ê de derket holê. Hedefeke me ya wisa heye ku ciwan xweseriyên xwe biparêzin û bi gavavêtineke mezintir bi têkoşînê bersiveke xurt biafirînin. Em jî beriya ku di 13’yê Kanûnê de biçin Kongreya Giştî ya Amedê ya YCK-KURD’ê, herêm bi herêm konferansên xwe li dar dixin. Me dest bi lidarxistina konferansên wisa kir ku her herêm wê xweserî û perspektîfa xwe bibe kongreya giştî û hêzê bide kongreya giştî.”
‘Em ê xêza jinên ciwan bibin konferansa giştî’
“Di 29’ê Mijdarê de wê konferansa herêmê ya Anatoliya Navîn bê lidarxistin. Di 28’ê Mijdarê de jî wê konferansa herêmê ya Jinên Ciwan ên Anatoliya Navîn bê lidarxistin. Ji bo ku em bibin bersiv ji van hemû pirsgirêkên ku me vekirin û pêwîstiyên têkoşînê re; hatina ba hev, nîqaşkirin, rêxistinbûn, bûyîna bersiveke mezintir ji serdema nû re û bi taybetî derxistina derketineke xurttir ji van axên ku tevger lê şîn bûye, yek ji armancên me yên herî mezin e. Helbet beriya çûyîna konferansa herêmê divê em xêza jinên ciwan bibin wir jî. Ji ber vê sedemê konferansa ku em ê di 28’ê Mijdarê de li dar bixin pir girîng e. Divê em azadiya jina ciwan bidin nîşandan. Ji ber vê sedemê banga min ji bo hemû jinên ciwan ew e ku beşdarî konferansa me ya herêmê ya di 28’ê Mijdarê de bibin, hêzê bidin wir, xwe birêxistin bikin, têbikoşin, serî hildin, vê serhildanê mezin bikin û vê serhildanê bikin civakî.”







