Jinên Ciwan ên Komunalîst li Enqereyê civiyan

  • 16:22 28 Mijdar 2026
  • Rojane
ENQERE - Jinên Ciwan ê Komunalîst ku beriya kongreya YCK-KURD a ku dê li Amedê bê lidarxistin li Enqereyê civiyan, gotin: "Em ê hişmendiya zayendî û azadiyê bikin yek û wê veguherînin hêzeke rêxistinkirî." 
 
Yekitiya Ciwanên Komünalist ên Kurd (YCK-KURD), dê li Amedê bi dirûşmeya “Dema Serkeftinê"beriya konferansê Jinên Ciwan ên Komunalîst  kongreya xwe li dar bixe. Di vê çarçoveyê de beriya kongreyê konferansên herêmî tên lidarxistin. Beriya konferansa ku dê sibê li Enqereyê bê lidarxistin, Jinên Ciwan ên Komunalîst li Enqereyê li Komeleya Ziman û çandê ya Ankayê  hatin cem hev. 
 
Di daxuyaniya li vir de Endama Jinên Ciwan a Komunalîst Elîf Çoban axivî. Elîf Çobanê jinên ciwan ên Kurd li dijî asîmlasyon û xerîbbûnê xwedî li nirxên xwe yên dîrokî û civakî derkevin û got ku divê feraseta baviksalarî bidin ber lêpirsînê û nasnameya jina azad pêş ve bibin. Elîf Çobanê got: ""Em ê hişmendiya zayendî û azadiyê bikin yek û wê veguherînin hêzeke rêxistinkirî." 
 
Elîf Çobanê bal kişand ser têkoşîna jinan a li rojavayê û girîngiya mîrateya jinên ku di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane û got ku şer bedena jinan, nasname û vîna wan hedef digirin. 
 
Elîf Çobanê ku bal kişand ser hevgirtina jinan û girîngiya jiyana komunî, banga avakirina jiyaneke azad û demokratîk û civakî kir.