Ji 17 aktîvîstên Îranî banga ‘edaletê’

  • 19:47 29 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 17 aktîvîstên siyasî, sivîl û hunermendên Îranî, qetilkirina xwepêşanderan mîna "sûcekî li dijî mirovahiyê yê ji hêla dewletê ve hatî organîzekirin" hat binavkirin û lîderê Komara Îslamî ya Îranê û pêkhateya zextkar, wek berpirsyarê sûcan dîtin.
 
17 aktîvîstên siyasî, sivîl û hunermendên Îranî daxuyaniyek weşandin û diyar kirin ku “qetilkirina girseyî û berfireh a kesên ku mafên xwe dixwazin û ji bo dawîanîna rêjîma bêrewa bi wêrekî derdikevin kolanan, sûcek li dijî mirovahiyê ye ku ji hêla dewletê ve hatiye organîzekirin.”
 
Daxuyanî, ji aliyê "Koma 17 Kesan " ve hate weşandin û ji aliyê aktîvîstên mîna Nasrîn Sotoudeh, Vîda Rabanî û Sedîqe Vasseghi ve hate îmzekirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qetilkirina gel bi guleyên şer, qetilkirina bi deh hezaran, girtin û derman nekirina birîndaran, li dijî gelê Îranê êrîş û xiyanet e.
 
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Berpirsiyarên van rojên tirsnak, lîderê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û rejîma wî ya zordar e. Ev avahiya otokratîk ji bo domandina mayîndebûna xwe, komkujiyan dike. Daxwaza welatiyan a ji bo guhertina pergala siyasî, mafekî bingehîn ê gel e û hikûmet nikare bi etîketên wekî 'serhildêr' an 'terorîst' vî mafî asteng bike.”
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tecrûbeyên bi êş ên çend dehsalên borî nîşan didin ku astengiya rizgarkirina Îranê, Elî Xamineyî û dîktatoriya olî ne. Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev rejîm ji bo parastina hebûna xwe mirin û wêraniyê belav dike, hilweşîna civakî kûrtir dike û welat dixe nav karesatek mezin. Divê ji bo kesên hatine qetilkirin lêgerîna edaletê bê kirin û hemû girtî bên berdan. Rizgariya Îranê tenê bi darizandina berpirsyarên amûrên çewsandinê û bidawîkirina rejîma zalim pêkan e.”