Li Dêrsimê ji bo Rojava çalakî hat lidarxistin

  • 20:17 29 Çile 2026
  • Rojane
DÊRSIM - Li Dêrsimê jî di çalakiyê de hate gotin ku Rojava hêviya gela ye û dê li dijî êrişan têbikoşin.
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Dêrsimê jî li bajarokê Perî yê Mazgêrt a Dêrsimê daxuyanî da. Daxuyanî, li ser Pira Seyîd Riza hate lidarxistin. Wekîla DEM Partiyê Ayten Kordu û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin û pankarta “Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye, teslîm nayê girtin” hate hilgirtin. Rêvebera DBP’a Mazgêrtê Gulten Gunduzê di daxuyaniyê de got ku pergala ku jin tê de kirde hedef tê girtin û got. “Li gelê Kurd şer tê ferzkirin. Êrişên di demên dawî de zêde dibin, rê li ber binpêkrina mafê jiyanê yê sivîlan vedike.”
 
Wekîla DEM Partiyê Ayten Kordu jî got ku êriş bi zîhniyeta HTŞ û DAIŞ’ê tên kirin û got: “Gelê Kurd û dostên wan jî li her derê li dijî van êrişan ser pêya ye. Pergala li Rojava hatiye avakirin ji bo hemû gelan bû hêvî. Vaye êrişî vê pergalê û baweriyê dikin.”
 
Ayten Kordu got ku dê bertekên wan ên li dijî êrişan bidomin.
 
Daxuyanî, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.