Li Toulousê ji bo piştevaniya Rojava meş

  • 19:59 31 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Toulousê ya Fransayê, zêdeyî hezar kes destnîşankirin ku berxwedana Rojava ne bi tenê ye û gotin wê têkoşîn di her qadê de berdewam bike.
 
Kurdistaniyên li bajarê Toulousê ya Fransayê dijîn, çalakiyên xwe yên seferberiyê li dijî êrîşên li ser Rojava didomînin. Di nava rojê de, bi pêşengiya Înîsiyatîfa Jinan a Bêrîtan a TJK-F’ê meş û mitîngek hate lidarxistin.
 
Tevî Kurdistaniyên li Toulousê û derdora wê jiyan dikin, France Insoumise, Partiya Komunîst a Fransa (PCF), Nouveau Parti Anticapitaliste (NPA), Secours Rouge, Révolution Permanente û derdorên antîkapîtalîst piştgiriyeke xurt dan. Meşa ku li Qada Jean Jaures destpê kir, li Gare de Marengo bi dawî bû. Zêdeyî hezar kes tevlî çalakiya ku nêzî saetek û nîv dewam kir, bûn.
 
Di metnên ku tevahiya meşê hat xwendin de, hate destnîşankirin ku êrîşên ku li ser Rojava dewam dikin, gelên herêmê hedef digrin û hate gotin ku ev êrîş parçeyek ji polîtîkayên înkar û îmhayê ya li dijî gelê Kurd tê meşandin e.
 
Her wiha hate diyarkirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî û dewletên Ewropayê, cesaretê dide êrîşkaran û banga mezinkirina têkoşîna hevpar a gelan û piştevaniya navneteweyî hate kirin.
 
Di qada çalakiyê de, ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin û piştre axafin hatin kirin.
 
Di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Kobanê, Rojava, Résistance”, “Rojava, Rojava, Solidarité”, “Vive la résistance du peuple kurde”, “Kurdîstan, Kurdistan, Unité Yekîtî”, “Rojava vaincra ; Rojava vivra”, “YPG, YPJ”, “Kurdîstan yek welat e”, “Solidarité internationale”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
 
Di çalakiyê de li ser navê NPA’yê Thomas axivî. Thomas diyar kir ku peymana ku di navbera rejîma Sûriye û hêzên Kurd de hatin îmzekirin, encama berxwedana li qadê û piştevaniya navneteweyî ye. Thomas bal kişand ser enternasyonalîzmê û binçavkirinên li dijî Karwana Gelan a ji bo Rojava bi bîr xist û diyar kir ku ev pêvajo parçeyek ji şerê ku Tirkiye li dijî Rojava dide meşandin e.
 
Endama Révolution Permanente Mariam jî banga piştevaniya bê şert ji bo gelê Kurd kir. Maria anî ziman ku ew bawerî bi agirbesta hatî îlankirin naynin û got ku armanc tasfiyeya tecrubeya rêveberiya xweser a li Rojava ye.
 
Endamê Secours Rouge, Nicolas jî di axaftina xwe de bal kişand ser hesesiyeta pêvajoyê ya li Rojava û diyar kir ku divê Fransa piştgiriya Rojava û hêzên Kurd bike.
 
Çalakî bi peyama mezinkirina piştevaniya bi Rojava re û domandina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di her qadê de bi dawî bû.