'Bila deriyê sînor ê Murşîtpinarê bê vekirin'

  • 16:18 6 Sibat 2026
  • Rojane
RIHA -Konseya Bajar a Wêranşarê derbarê dorpêça li ser Kobanê de civîn li dar xist û got, "Em li hember qirkirina li Rojava bêdeng nînin û em ê bêdeng nemînin. Divê deriyê sînor ê Murşitpınar tavilê were vekirin."
 
Konseya Bajar a navçeya  Wêranşar a Rihayê  li Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariya Wêranşarê derbarê êrîşên li ser Rojava û vekirina deriyên sînor de civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê de pankartek bi nivîsa "Ji bo alîkariya mirovî sînorê Kobanî vekin" hate daliqandin û dirûşma "Bijî berxwedana Kobnanê" gelek caran hate berzkirin.
 
Daxuyanî ji hêala Serokê Konseya Bajar a Wêranşarê Parêzer Serdar Ekîncî ve hat xweudnin.