Ji Qada Kadikoyê peyama yekitiyê
- 15:49 1 Gulan 2026
- Rojane
STENBOL - Li Stenbolê 1'ê Gulanê li Kadikoyê bi tevlîbûna 10 hezaran hat pîrozkirin û wiha hat gotin: “Bi giştî kedkar di bin sinorê birçîbûnê de dijîn. Çareseriya pirsgirêkan girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurd e. Aştî heviya kedkar, jin, zarok û ciwanan e.”
1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştevanî û Têkoşîna Karkeran li Kurdistan, Tirkiye û gelek navendên cîhanê bi meş, daxuyanî û mitîngan tê pîrozkirin. Li Stenbolê jî bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) 1ê Gulanê bi dirûşmeya “Ji bo mafê kedê, edalet, aştî û demokrasiyê bibin yekû biguherînin” li Îskeleya Kadikoyê hat pîrozkirin.
Karker û welatiyên li rawestgeah Sogutluceşmeyê kom bûbûn û bi kortejan dimeşiyan Qadê Kadikoyê. Di meşê de dirûşmên “Bijî 1 Gulan” û “Bijî Serok APO” hatin berzkirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Piştî girseya meş li dar xist gihişt qadê bernameya pîrozbahiyê dest pê kir. Parlamenterên DEM Partî, CHP û EMEP'ê, rêveberên sendîkayan, saziyên civakî û deh hezaran karker û welatî tev li pîrozbahiyê bûn.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Serokê Giştî CHP Ozgur Ozel û Serokê Giştî EMEP'ê Seyît Aslan derketin ser dikê û gel silav kirin.
Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû, Hevserokê Giştî ya KESK'ê Ayfer Koçak, Serokê 2'yemîn a Konseya Navendî a TTB Pinar Saîp û Endamê Lijneya Rêveberiya TMMOB'ê Emîn Koramaz derketîn ser dike, berxwedana karkeran silav kirin û diyar kirin ku dê heta dawiyê têkoşîna wan bidome.
Piştre bername bi konsera Koma Vejînê berdewam kir. Bi dawîbûna konserê daxuyanî hate dayîn. Tirkiya daxuyaniyê ji ser navê şaxên KESK'ê yên Stenbolê Huseyîn Tekîn û Asalettîn Aslanoglû, Kurmanciya wê jî Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 2'yemîn a Stenbolê Hanîfî Bayindir xwendin.
Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 2'yemîn a Stenbolê Hanîfî Bayindir daxuyan ku dewlet û sermayedar dibin yek û li ser gelê barê şer û pevçûnan zêde dikin û wiha got: “Li dijî kedxwariya kapîtalîst û şerê emperyalîstan em ê têkoşîna ked, aştî û azadiyê mezin bikin. Kedkarên tevahî li cîhanê serdemeke ku şerên emperyalîstan 1'ê Gulanê pêşwazî dikin. Berî 2 rojan dewleta Îsraîl êrîşî Fîloya Sûmûdê kir. Heta niha 170 katîvîst hatine revandin. Çîna karkeran a Tirkiyeyê li cem gelê Filîstînê ye. Em kesen ku îro li vir kom bûne ji bo dorpeça li ser Xezayê were rakirin û alîkariya mirovî bigihije gel bang dewletan dikin ku bila derpêç rabê. Tevahî dewletên ku derdora me îro di nava şer de ne. Rêjîmê Qesrê bi têkiliyên xwe yên bi sermayedaran ve bandora şer li welatê me jî zêde dike. Dewlet û sermaye barê şer li ser milê gel bar dikin. Di meha Nîsanê de sinora birçîbûnê bû 36 hezar lîre, sinora xizaniyê jî 108 hezar lîre. Bi giştî kedkar di bin sinorê birçîbûnê de dijîn. Tevahî malnişîn îro 20 hezar mûçe distînin. Rewşa malnişînan jî her ku diçe xiraptir dibe.
Hanîfî Bayindir da zanîn ku ji ber bihabûnê jiyan nameş û wiha pê de çû: “Gelek dikander neçar man û dikanên xwe girtin. Di sala dawî de 1 milyon û 300 hezar kes ji kar hatin derxistin. Bi hinceta şer jî ev hejmar her ku diçe zêde dibe. Di serdema sermayeye de sazgeh bûne qada mirin e. Di sala 2025an de 2105 hezar karker di cinayeta kar de jiyana xwe ji dest dan. Dewleta Tirk pirsgirêka Kurd îro bi navê ‘Tirkiyeyê bêteror’ tê xwestin qurban bike. Bi hinceta ‘ewlehiyê’ tevahî daxwaz tê paşguhkirin. Qada Taksîmê hatiye qedexekirin. Sepana qeyim berdewam dike. Sedema tevahî çareserkirina pirsgirêkan girêdayî pirsgirêka Kurd e. Heke çareserî pêk were û mafê demokratîk were parastin dê zemîna aştiyê jî derkevê holê. Aştî heviya kedkar, jin, zarok û ciwanan e. Li vê qadê bilindkirina hêviyê saz kirina pêşerojê ye jî. Lê belê ciwan bêpêşeroj mezin dibe. Çîna karkeran, gelên bindest li dijî şer dibêjin ‘bisekine’ û li qadan in û em ê dengê xwe li her derî bilind bikin. Bijî têkoşîna kedkaran.”
Pîrozbahî bi konsera Hunermend Erdal Bayrakoglu bi dawî bû.








