‘Bêyî mafê hêviyê ewlehiya hiqûqî tuneye’
- 09:04 7 Gulan 2026
- Rojane
STENBOL - Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrin Raziye Ozturk got tevî biryarên DMME’yê "Mafê hêviyê" nayê pêkanîn û got ev zirarê dide ewlehiya hiqûqî ya li Tirkiyeyê. Raziye Ozturk got ji bo çareseriyê divê hem sererastkirina qanûnî hem jî îradeyek xurt a siyasî hebe.
Tevî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya der barê "Mafê hêviyê" de Tirkiyeyê gavek navêtiye û ev jî rê li ber nîqaşan ve dike û bêbaweriya bi pêvajoyê jî qels dike. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ev gav di astek krîtîk de cih digire.
Di vê mijarê de parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrin Raziye Ozturk axivî.
‘Tevî hemû hewldanan mafê hêviyê pêk nehatiye’
Raziya Ozturk alkişand ser mafê hêviyê û daxuyakirin ku mafê hêviyê hem di mevzuatên Tirkiyeyê hem jî di peymanên navneteweyî yên Tirkiye girêdayê wê ne, mafekî di bin ewlehiyê de ye û ev tişt anî ziman: “Pêkanîna mafê hêviyê tê wateya azadiya Birêz Ocalan. Di alî hiqûqî de jî tişta divê bê kirin ev e. Ev rewş nikare ji kêfa tu kesî re bê hiştin. Mijara mafê hêviyê tekabulê çareseriyê dike. Yanî raste rast girêdayê mijara Kurd e. Kengê der barê çareseriyê de îradeyek bê nîşan dan wê demê em dikarin bêjin ku mijar tê çareserkirin. Lê heta niha îradeyeke di vê rengî me nedîtiye. Tiştên di alî hiqûqî de bên kirin diyarin. Me wek parêzer serlêdan kirin. Tevî hemû hewldanan hîna mafê hêviyê pêk nehatiye.”
‘Divê komîteya wezîran gavên hîn bi bandor bavêje’
Raziye Ozturk balkişand ser dema ku Komîteya Wezîran daye Tirkiyeyê û di vê mijarê de jî wiha got: “Ji bo mafê hêviyê hewldanek planek Tirkiyeyê çênebû. Tevî vê komîteyê her carê dem dayê ku mekanîzmayên ji bo mafê hêviyê ava dike. Komîteyê ji Tirkiyeyê xwest ku plana xwe dane holê. Di civînên Îlona 2025’an de biryar girtin. Ev biryar girîn bûn. Lê her carê taloqî salek din dikin. Divê ev pêkanîn demildest bê rawestandin. Ev mijarek girÎnge. Komîteya Wezîran di astek girîng de ye. Saziyek xwedî bandore. Pêkanînên li dijî dewletên ku biryarên DMME’yê naynin cih hene. Yek ji vê destpêkirina prosedura binpêkirinê ye. Ji vilî vê jî pêkanînên din hene. Daxwaza me ev e ku Komîteya Wezîran di vê mijarê de biryarên hîn bandortir bavêje.”
‘Dosya hîna li Dadgeha Destûra Bingehîn dipê’
Raziye Ozturk wiha dirêjî dayê: “Piştî biryarên DMME’yê me serlêdan kirin. Ev serlêdaneke ku xwe dispart xala 90’emîn a destûra bingehîn. Me got derfeta berdana bi şert pêk nayê û ev li dijî xalên qanûna destûra bingehîne. Lê serlêdana me hat redkirin. Dosya hîna li dadgeha destûra bingehîn dipê.”
‘Dive sererastkirinên qanûnî bên kirin’
Raziye Ozturk destnîşan kir ku pêknehatina mafê hêviyê pêvajoyê jî bandor dike û wiha got: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hat destpêkirin. PKK’ê gav avêt. Em dizanin ku vê pêvajyê de divê gavên hiqûqî bên avêtin. Li tu devera cîhanê bêyî sererastkirinên hiqûqî berdana çekan pêk nehatiye. Di vê mijarê de garantî tê xwestin. Tevî vê hîna sererastkirinên qanûnî nehatiye kirin. Desthilatdariyê hîna pêşnûmeyek dananiye holê. Divê demildest ev bên kirin. Di vê pêvajoyê de wekheviya aliyan girîng e. Divê alî bi awayekî azad tevbigerin. Di encamê de pêvajoyek tê meşandin. Divê tecrîd bê rakirin. Divê şert mû merc, derfetên xebateke azad bên afirandin.”







