Ji bo demokratîkbûnê ya ferz: Mafê hêviyê

  • 09:02 8 Gulan 2026
  • Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR- Faraşîn Gumuş, diyar kir ku gavên ji bo pêkanîna mafên hêviyê, wê piştgiriyek mezin bide pêvajoya aştî û civaka Demokratîk û got ji bo ev derfeta dîrokî veguhere aştiyê divê gavên siyasî û hiqûqî bên avêtin.
 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin didome. Lê hîna jî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên di çarçoveya ‘mafê hêviyê’ de hatine dayîn ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk nehatine. Polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê hîna didomin û ev rastî bertek û rexneyan tê.
 
Rêvebera Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê(OHD), parêzer Faraşîn Gumuş der barê mijarê de axivî û da zanîn ku rakirina tecrîdê û pêkanîna mafê hêviyê di alî aştî û demokrasiyê de, astek krîtîk e û got ev maf mafekî nikare bê taloqkirinê ye.
 
‘Mafê hêviyê girîng e’
 
Faraşîn Gumuş daxuaykirin ku rakirina tecrîd û pêkanîna mafê hêviyê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gelek girînge û di asta siyasî de jî ev rewş ji bo pêşketina pêvajoya aştiyê krîtîk e. Faraşîn Gumuş wiha pê de çû: “Mafê hêviyê mafekî mirovî ye.Li Tirkiyeyê piştî cezayên darvekirinê hatin rakirin şûnde di 2002’an de cezayê muebetê anîn. Ji ber vê pergalê binpêkirinên mafan hatin jiyîn û piştî vê pêvajoyên hiqûqî nîqaşên mafê hêviyê anîn rojevê. Der barê vê de serlêdana ewil  a li ser tecrîda li ser Birêz Ocalan bû. Nîaşên der barê mafê hêviyê de piştî biryarên DMME’yê dest pê kirin.”
 
‘Tirkiyeyê tevî biryaran gav navêtiye’
 
Faraşîn Gumuş destnîşan kir ku di ser biryarê re 12 sal derbas bûne û wiha daxuyand: “Tevî biryarên DMME’yê Tirkiyeyê hîna ev gav navêtiye, tiştên pêwist nekiriye.Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di bangên kir de got divê sererastkirinên qanûnî bên kirin û der barê cezayên muebetê de  rejîma înfaza heyî li gorî standardên mafê mirovan a navneteweyî be. Di vê çarçoveyê de tê diyarkirin ku piştî 25 salan divê derfetê berdana bi şert pêk bê. Ev wek maf tê ziman.”
 
Gavên divê bên avêtin
 
Faraşîn Gumuş balkişand ser pêajoya aştî û civaka demokratîk û destnîşan kir ku pêkanîna mafê hêviyê wê piştgiriyê bide pêvajoyê û wiha dirêjî dayê: “Mafê hêviyê gava ewil a pêşketinên qanûnî ye. Divê teqez qedexe bên rakirin. Divê lijneyên ku îhtîmala azadiyê dinirxînin, wek lijneyên îdarî û şopandinê, bên guhertin û ev lijne ji endamên bêalî û serbixwe yên darazê bên avakirin. Ev gavên ewil yên divê bên avêtinê ne.  Îfadeyên di gotinê de mane divê veguherin gavên şênber.Ji bo aştiyê divê mafê hêviyê pêk bê. Divê beriya her tiştî statuya girtîgehê ya li Îmraliyê bê rakirin û veguheze zemînek siyasî û polîtîk. Divê tecrîd bi dawî bibe. Divê şert û mercên Birêz Ocalan bên başkirin. Ev jî wê baweriya bi aştiyê xurt bike. Divê pêvajo wek mijara avakirina aştiyeke mayînde bê destgirtin.Divê dawî li pêkanînên qeyûm bên anîn. Divê TMK bê rakirin. Divê ev derfeta dîrokî veguhere aştiyeke mayînde.”