Li Rihayê stantên komunê hatin vekirin
- 13:55 8 Gulan 2026
- Rojane
RIHA - Li Rihayê, stantên Komunê bi dirûşma "Ji Komunê heta Bazarê: Hevdîtina Keda Jinan" hatin vekirin.
Rêveberiyên Herêmî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gel (DEM Partî) li Qada Topçu ya navçeya Xelîliye ya Rihayê standên sê rojan dê vekirî bimînin bi dirûşma "Ji Komunê heta Bazarê: Hevdîtina Keda Jinan" vekirin. Di vekirinê de, hevserok û desteya rêveber a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya bajêr, hevşaredarên DEM Partiyê û gelek jin beşdar bûn. Pankartek bi nivîsa "Ji Komunê heta Bazarê: Keda Jinan" li ser standan hate daliqandin.
Li standan, jinan ku cilên neteweyî li xwe kiribûn, cil û bergên neteweyî, hunera destkariyê û berhemên xwarinê pêşkêş kirin. Her wiha nanê germ û şamborek amade kirin û firotin. Vekirina standan bi stranên Kurdî yên ku bi erbanê dihatin gotin, hatin guhdarîkirin. Jinan gelek caran dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin û bi tilîliyan govend girtin.
Stand dê heta saet 16.00'ê êvarê vekirî bimînin.







