Jinan Hesekê mafên jinan û zimanê dayikê nîqaş kirin
- 22:00 10 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Jinên tevli panela diyalogê ya di çarçoveya çalakiyên piştgiriya YPJˊê bûne de diyar kir ku dosya YPJˊê di nav nîqaşên têkildarî pêvajoyên entegrasyonê de di rêza yekem de ye. Jinan da zanîn ku dosyaya YPJˊê ne tenê dosyayek leşkerî tê dîtin, lê sembola hêz û wekheviyê temsîl dike.
Di çarçoveya Kampanyaya "Em Hemû YPJ ne" û "YPJ hebûna me ye" de ku ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Rojava ve hatiye ragihandin, Nivîsgeha Jinan a Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê bi hevkariya Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Parka Xwendinê ya Hesekê panelek li dar xist.
Endama Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Amûdê Civîn Hebîb panel bi rê ve bir, bi xêrhatina beşdaran kir. Civîn Hebîb got: "Ruxmî di tevahî destûrên cîhanê de mafên jinan heye, lê li herêma me rewşa bi paş de ye. Piştî 14 salan ji têkoşînê em li xaka destpêkê vedigerin. Ew jî ji ber siyasetên hikumeta demkî ne ku mafên jinan û cihê wan ê siyasî nas nake."
Civîn Hebîb destnîşan kir ku mijara YPJ’ê li seranserî cîhanê cihekî fireh a nîqaşan girtiye. Ruxmî ku YPJˊê roleke girîng di temsîlkirina gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ya; "Azadiya civakê ji azadiya jinê dest pê dike" dilîze, lê rastî hewldanên paşguhkirin û dûrxistinê tê.
Civîn Hebîn di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Dûrxistina jinan ji proseya entegrasyonê û biryardanê ne lawazbûna wan e, lê îsbata şiyana wan e ku dikarin xwe bi xwe ava bikin. YPJˊê yek ji hêzên leşkerî ye ku li dijî çeteyên DAIŞˊê bi ser ketiye.Cewhera dozê li ser du mijarên bingehîn e; dev ji mafên jinan û mafên zimanê dayikê nayê berdan. Hewldanên nenaskirina wan bi awayekî fermî hedefgirtina rasterast a nasnameya çandî û siyasî ya civakê ye."
Panel bi nîqaş û pirsên der barê parastina rola YPJˊê di destûra nû de bi dawî bû.







