4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê dan rojnamevan Reyhan Hacioglu
- 12:29 14 Gulan 2026
- Hiqûq
WAN - Di doza ku li dijî Rojnamevan Reyhan Hacioglu hatiye vekirin de, 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Rojnamevan Reyhan Hacioglu, di 17’ê Çileya 2025’an de di serdegirtina malê de wek beşek ji lêpirsînek li Stenbolê hatibû destpêkirin hat binçavkirin. Reyhan, di 20’ê Çileyê de bi hinceta endamtiya rêxistinê” hat girtin û di 13’yê Hezîranê de hat berdan.
Rûniştina dawî ya doza li dijî Reyhan Hacioglu, li Dadgeha Cezaya Giran a 2’yemîn a Wanê pêk hat. Reyhan Hacioglu beşdarî rûniştinê nebû; parêzerên wê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl yên li bajêr, li dadgehê amade bûn.
Piştî xwendina nerîna dozger ku ji ber “endamtiya rêxistinê” ceza dixwest, parêzeran parêznameya xwe pêşkêş kir. Parêzer Resul Temur diyar kir ku pîşeyê rojnamegeriyê di dozê de tê darizandin û ji bo muwekîla xwe daxwaza beraetê kir. Piştî parêznameyan heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê bi hinceta “alîkarî û hewandina rêxistina terorîst” 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê da Reyhan Hacioglu û biryar da ku kontrola dadwerî bi awayê qedexeya derketina derveyî welat, bidomîne.







