8 jinên girtî ji mafê hevdîtinê bêpar tên hiştin

  • 18:08 12 Gulan 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Îran Tehranê 8 girtiyên siyasî yên jin yên li Girtîgeha Evînê tên girtin ji mafê hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re bêpar tên hiştin.
 
Golrûx Îra’eî li ser platforma Xê ragihand ku 8 girtiyên siyasî yên jin ku li Girtîgeha Evînê tên girtin nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.
 
Li gorî vê nûçeyê, piştî ku rewşa ewlehiyê dijwartir bû, girtiyên ku beşdarî bernameyên girseyî û xwepêşandanan dibûn, rastî muameleyeke dijwar hatin. Şîva Îsmaîlî, Golrûx Îra’eî, Sakîne Parvane, Forûg Tagîpûr, Zehra Safaeyî, Merziye Farsî, Elaheh Foladî û Werîşe Muradî, 8 girtiyên siyasî yên jin ên li beşa jinan a Girtîgeha Evînê, ne. Ev girtiyên jin ji mafê hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re bêpar mane.
 
Ev agahiyên ku di vê nûçeyê de cih digirin, piştrast dikin ku girtiyên siyasî yên jin ên nû hatine jî, ji ber beşdarbûna van merasîman rastî gefên gardiyan û hêzên ewlehiyê hatine.