DBP li Şirnexê bi gel re civîya

  • 14:19 16 Hezîran 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - DBP, di bi dirûşma"Em bi gel re gotina aştiyê ava dikin", di çarçoveya rêzeçalakiyên 3 rojan de li Şirnexê çû qadê û guh da daxwaz û pêşniyarên gel.
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Şirnexê rêzeçalakiyên di bin dirûşma "Em bi gel re gotina aştiyê ava dikin" li dar xist. Bi beşdariya Hevseroka DBP'ê Çiğdem Kılıçgün Uçar, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk pêşî serdana karkerên li bazara sebze a li Cizrê kirin. Di dema serdanê de, firoşkarên bazarê nêrînên xwe bi şandeyê re parve kirin û pirsgirêkên ku ew bi wan re rû bi rû dimînin rave kirin.
 
Welatiyan, rexneyên xwe yên li ser Şaredariya Cîzîrê rêz kirin, gazindên xwe yên derbarê paqijî û kontrolkirina kêzikan de anîn ziman. Hevşaredaran di bersiva rexneyan de pirsgirêkên ku bazar pê re rû bi rû dimîne zelal kirin û diyar kirin ku ew ê bi hev re ji bo çareserkirina wan bixebitin. Dikandarekî got, "Em rexne li şaredariyê digirin ji ber ku ew aîdî me ye. Pêvajo jî ya me ye. Pêvajo ji bo me ji pirsgirêkên ku em dijîn girîngtir e. Hêviya me ji vê pêvajoyê azadkirina rêberê me û hemû hevalên me yên di girtîgehê de ye. Em ê pirsgirêkên xwe rave bikin û em ê piştgiriyê bidin vê pêvajoyê."
 
Em ê ji bo azadiya Ocalan berê xwe bidin qadên mîtîngan
 
Çîgdem Killiçgun Uçar  ku di serdanê de axivî got,  “Li Tirkiyeyê tiştên gelekî grîng pêş ketine. Derdorên ku heya niha digotin pirsgirêk tune ye îro qala çareseriya pirsgirêka Kurd dikin. Ev nîqaşên li ser pêvajoyê tên kirin ji bo jiyanek hevpar û azad in. Em ê di 27-28ê mehê de mitîngên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar bixin û em dibêjin bila hemû gelê me ji bo dengê azadiya Ocalan berê xwe bide qadên mitîngan.”
 
Serdana karkeran hate kirin
 
Piştre Çîgdem Kiliçgun Ûçar û heyeta pêre derbasî navçeya Hezexê bûn û li vir serdana karkarên li kargehên tekstîlê dixebitin kir û bi wan şêwirî. Çîgdem Kiliçgun Ûçar asta ku pêvajo gihiştiyê ji karkeran re vegot û daxwaz ji karkeran kir ku xwedî li pêvajoyê derkevin.
 
Serdana bazara gel
 
Çîgdem Kiliçgun Ûçar û heyeta pêre piştre li bazara li taxa Tûrgût Ozal hatiye danîn bi gel re hat gel hev. Li vir welatî û firoşkarên li bazarê gazincên bihabûna zexîre û kel û pela kir. Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî da zanîn ku dema Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi encam bibe wê rê li ber çareseriya hemû pirsgirêkên civakî were vekirin.
 
Çîgdem Kiliçgun Ûçar û heyeta pêre dê danê êvarî li bajarokê Deşta Darê ya Hezex û taxa Çemkûrkê ya Cizîrê tev li civînên gel bibe.