Hêzên rejîma Îranê êrîşê jinên Belûç kir: 7 jin birîndar bûn
- 18:02 18 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê êrişî çalakiyek nerazîbûnê ya niştecih û jinên Belûç kir. Di encama êrişa de 7 jin birîndar bûn û sê jin jî hatin binçavkirin.
Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê ragihand ku hêzên rejîma Îranê bi tundî êrişî çalakiyek nerazîbûnê ya niştecihên gundekî li ser sînorê parêzgeha Kermanê de girtin.
Li gorî agahiyan di encama êrişê de herî kêm 7 jinên Belûç birîndar bûne. Herwiha hat zanîn ku şeş welatiyên Belûç ku sê ji wan jinin, hatine binçavkirin û binçavkirî ji cihekî nediyar re hatine birin.







