SOHR: Li Efrînê ji bo vegerandina milkên sivîlan pere tên xwestin
- 15:01 26 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê raporek nû weşand û ragihand ku li Efrînê sivîlên dixwazin vegerin ser malên xwe rastî gef, şantajên darayî û astengiyan tên. SOHR’ê ji bo cezakirina berpirsiyaran banga lêpirsîneke serbixwe kir.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) binpêkirinên berdewam ên li dijî nifûsa herêmî li Efrîna Sûriyeyê belge dike. Li gorî rapora saziyê, kesên ku dixwazin mal an milkên xwe yên berê vegerînin rastî gefên rasterast û şantajên darayî tên. Qala wê yekê tê kirin ku endamên berê yên komên çekdar bi awayekî sîstematîk zextê li ser nifûsa herêmî dikin û ji bo radestkirina mafên wan ên bingehîn daxwaza pereyan dikin.
Ji bo vegerandina xanî hezar û 750 dolar xwestine
Li gorî şahidiyên ku ji hêla çavdêriyê ve hatine bidestxistin, welatiyek ji bo wergirtina xaniyê xwe neçar ma ku hezar û 750 dolar bide. Wekî din, ji heman kesî re hate gotin ku ji bo fatûreyên avê yên ji sala 2018’an vir ve kombûyî 8000 lîreyên Tirkî û ji bo depoyek avê jî 50’î dolar bide. Tevlî ku ev pere hatin standin jî xanî di rewşeke vala û talankirî de hate radestkirin. Hate diyarkirin ku birayê heman kesî jî di bûyerek mîna vê de neçar maye hezar û 650 dolar bide; ev rewş nîşan dide ku şantajkirina darayî bûye pratîkek dubare.
‘Eger hûn pere nedin em ê xanî bişewitînin’
Di bûyerek din a li gundê "Baflur"ê de, welatiyekî Kurd rastî zexta endamekî berê yê koma "Hemzat" hat. Vî kesî ji bo valakirina xanî hezar û 300 dolar xwestiye û rasterast gef xwariye ku eger pere neyê dayîn dê xanî hilweşîne an jî bişewitîne. Li gorî zanyariyên çavdêriyê, Navenda Ewlehiya Giştî ya li Cindirêsê giliya welatî qebûl nekiriye; ji ber vê yekê welatî neçar maye ku pereyê hatî xwestin bide. Her wiha berî ku ew kes ji malê derkeve, têlên elektrîkê yên xanî xera kirine û hin tiştên hindur jî dizîne.
Gefa zîndanê li ser xwediyên dikanan
Niştecihên herêmê balê dikişînin ser wê yekê ku daxwaza vegerandina mal an kargehan gelek caran bi tohmetên sexte û gefan encam dide. Li Efrînê xwediyê firoşgehekê diyar kir ku gef li wî hatine xwarin; ji bo ku ew dev ji daxwaza vegerandina firoşgeha xwe berde, gefê pênc salên girtîgehê lê hatiye xwarin.
Banga SOHR'ê ya ji bo lêpirsîna serbixwe
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê bang li aliyên peywendîdar kir ku lêpirsîneke serbixwe li ser van binpêkirinan bidin destpêkirin, kesên berpirsiyar werin dadgehkirin û mercên wisa werin afirandin ku nifûsa herêmî bêyî zorî û gefan bikaribe milkê xwe vegerîne. Saziyê tekez kir ku ji bo parastina milkên taybet û garantîkirina mafên şêniyên herêmê, pêdiviyek lezgîn bi çêkirina çarçoveyeke qanûnî heye.







