Piştî fermanê bi 12 salan: Em vê êşê ji bîr nakin

  • 09:05 1 Tebax 2026
  • Rojane
Cîhan Zemo / Gulîstan Ezîz
 
ŞENGAL - Jinên ku di komkujiya Şengalê de xizmên wan hatin qetilkirin, diyar kirin ku êş wan piştî 12 salan jî hê wekî roja ewil nû ye û gotin: "Me her cure êşa ku mirov dikare bifikire kişandiye. Heya em bijîn, em ê vê êşê di dilê û mêjiyê xwe de bijîn. Em hîn jî li benda vegera xizmên xwe yên dîl girtî ne, em bi hêviya ku dibe rojekê ew sax li me vegerin dijîn."
 
DAÎŞ'ê di 3'ê Tebaxa sala 2014'an de êrişî Şengalê kir û di êrişa wek Fermana 74'an tê pênasekirin de, nêzî 3 hezar Kurdên Êzidî hatin kuştin. Di nav de bi giranî jin û zarok, bi hezaran kes hatin revandin. Gelek kesên hatine revandin di bazara koleyan de hatin firotin û destdirêjî li wan hat kirin. Gelek dîlgirtî bi awayeke komî hatin kuştin, di goristanên komî de hatin veşartin. Tevî di ser fermanê re 12 sal derbas bûne jî aqûbeta bu hezaran welatiyên Şengalê ku piraniya wan jin in û hatine revandin hêj jî nayê zanîn.
 
DAIŞ'a ku Êzîdî di qirkirinê re derbas kirin, ji ber berxwedana ku pê re rû bi rû ma, negihîşt armanca xwe. Êzîdî piştî komkujiyê bi gotina "Em ê li ser axa xwe bi êşa xwe bijîn" vegeriyan Şingalê û bi hev re dest bi paqijkirina warê xwe ji çeteyan kirin û jiyaneke nû ava kirin.
 
Şîrîn Xwedêda û Meyan Pirto ku di komkujiyê de hezkiriyên xwe winda kirin, qirkirin vegotin.
 
Derdê me ew bû ku em zarokên xwe rizgar bikin
 
Dayê Şîrîn Xwedê da û malbata wê di navbera gundê Heyalê û Cidalê de ji bo debara xwe pezê xelkê xwedî dikin. Bê ku haya wan ji tiştek hebe, wê rojê jî di bin germa havînê ya Şengalê de pezê xwe birine çêrê. Rûxmê hemû westandina xwe xew nakeve çavên Dayê Şîrîn, di wê şeva 3’ê Tebaxa 2014’an de heta seat 2-3’yan jî şiyare û dîçe tê. Dayê Şîrîn dibêje: “Wê şevê gelek stêrk ber bi başûr dirijiyan.” Hewl dide raze, lê hevjînê wê gazî wê dike û dibêje: “Li Sîba û Girzerik şer e.” Dostekî wan li Sîbayê bi wan re di peywendiyê de ye. Cara dawî dema telefon dike dibêje: “Em şikestin, DAÎŞ bi hemû hêza xwe bi ser me de hatiye, derdê me ew e ku em malbat û zarokên xwe rizgar bikin.”
 
Kesên ku direvin ber bi malbata Dayê Şîrîn ve tên. Dayê Şîrîn bi zarokên xwe re wan kesan pêşwazî dike. Bavê hevjînê Dayê Şîrîn li Tilezêr e. Birayê hevjînê wê telefonî wan dike da ku bi hawara bavê wî ve biçin û ew jî dibêje, "bavê min nikare bimeşe." Kurekî dayê Şîrîn pir hewl dide da ku bavê wî neçe, lê bav û kurekî wê yê din bi ya kesî nakin û diçin. Dema diçin Tilezêr jî bav nabînin. Kurê xwe li ser rê peya dike da ku biçe xwe bigihîne nasên din. Hevjînê Dayê Şîrîn di rê de rastî jinek û kurê wê tê. Dixwaze wan rizgar bike û digre seyarê da ku biçin Sikêniyê. Lê di rê de benzîn xilas dibe. Nikarin bi derek ve biçin û çeteyên DAÎŞ'ê tên wan li wê qetil dikin.
 
'Ji bo me her roj ferman e'
 
Agahiya Dayê Şîrîn ji kuştina hevjînê wê nîne. Dema gundiyek ji wî milî ve tê diçe pêşiya wî û pirsa kurê xwe û hevjînê xwe dike. Mêrê ku jê pirs dike pêşî naxwaze bêje. Dema Dayê  Şîrîn israr dike dibêje: “Seyareya we li ber seyterê sekinî bû û her çar deriyê wê vekirî bûn.” Dayê Şîrîn dibêje: “Wele mala me birin mîratê, yan wan kuştine, yan jî revandine. Her du kurê min jî gotin heke em bimrin jî em ê biçin cenazeyê xwe bînin.” Piştre cenazeyên bav, yê dayik û kurê wê tînin û di wê tofanê de li Şêxmend vedişêrin. Piştî çend sal şûn de hin berpirsiyar tên û gora hevjînê Dayê Şîrîn vedikin û hestiyên wî dibin Bexdayê. Dayê Şîrîn dibêje: “Ji bo me ew roj ji roja fermanê zehmettir bû. Piştî 2 salan hestiyê wan anîn. Ya rastî ji bo me her roj ferman e. Hîn jî gorên komî yên di teqîna Sîba û Tilezêr de li ber Şêxmend e. Ji wê teqînê gelek qaşo birin nexweşxanê lê carek din tu agahî ji wan nehat girtin, hîn gelek ji wan wenda ne.”
 
Gelek sûniyên Şengalê bi DAÎŞ’ê re bûbûn yek'
 
Dayê Şîrîn dibêje ku Piştî hevjînê wê tê kuştin kurê wê dibêje ku ew naçin tu derê û wiha berdewam dike, " Kurê min got bila werin me jî bikujin, ji ber wê em bi rojan li cihê xwe man. Piştre xizmên me bi me hesiyan ku em neçûne çiya ji bo em biçin telefon li ser telefonê kirin. Bi vî awayî em ber bi çiyê ve çûn, rojek û şevekê em meşiyan. Em di tariyê de dimeşiyan. Dema em gihîştin deriyê geliyê Mîrê Memo bangek kir, gote 'werin me ji we re xwarin aniye.' Kurê min got, sax be xwarina me heye. Diyar bû, kesekî bi DAÎŞ re bû. Jixwe di fermanê de gelek suniyên Şengalê bi DAÎŞ re bûbûn yek. Ji xwe şev tarî bû wan jî ronahiya seyareya xwe tefandibûn.”
 
Ji bo kes me nekuje min kefiya serê xwe rakir'
 
Piştî wê bûyerê kurê Dayê Şîrîn ji wan dixwaze ku di rê de bê deng bin. Ji ber ku malbatên beriya wan çûbun dîl nehatibûn girtin. Dayê dibêje: “Tiştekî spî bi me re nîn bû ku em bihejînin da ku yên derdorê bi me bihesin. Min kefiyeya serê xwe rakir min da ku bihejînin û kesek me nekuje. Zarokeke me 11 mehî bû, li pişta kurê min bû. Dema keça min giriya şivanên li ber pez bangî me kirin. Gotin, 'me pîr û kalên xwe hindek bi  jor ve. Tarî ye, hûn jî bê deng hatine, me got qey hûn DAÎŞ'î ne . Kêmek mabû, me we bikuşta' Heke deng ji keça me nehatiba wê me hemûyan kuşta. Piştre nasnameyên me kontrol kirin. Piştre , gotin ku di vê şevê de neçin, 'Me we nekuşt bes hinekî din wê we bikujin'. Em wê şevê li wê man. Piştre bi meşê heta deriyê Qendilê em çûn. Hin nasên me hatin pêşiya me.Min ji wan re jî got, êdî tu halê me nemaye, me li vir berdin, em nikarin bimeşin. Zarokên me biçûk bûn, em tî bûn, birçî bûn. Rewşa kurê min jî pir ne baş bû, nikarîbû bimeşiya. Min li derdor şûşeyek biçûk a avê dît, jê re tije av kir û dayê da ku baş bibe. Bi zorê min wî qanih kir ku ew jî bi me re were.”
 
'Heta em sax bim em ê vê fermanê ji bîr nakim'
 
Havîne, roj germ in, şev jî sar. Dayê Şîrîn dibêje: “Kêmek mabû em ji serma biqefiliya. Rewşa her kesî gelekî perîşan bû. Min bi çavê xwe dît. Dayikek gelekî pîr bû, lingê wê ji meşê tev kul bûbû nikarîbû bimeşiya, malbata wê, wê li ser rê hiştibû. Yên ku ji birçîna ketin hebûn, yên ji meşê lingên wan werimî bûn, yên ji tîna beecîn hebûn; tiştek nema ku me nedît.”
 
Malbata birayê hevjînê Dayê Şîrîn û gelek kesên din ên ji malbatê jî dikevin dest. Dayê Şîrîn nizane kurê wê Mecîd ku bavê wî ew li ser rê hişt li ku ye? Hîn jî tu agahiyiyek jê negirtine û nizanin ku sax an jî miî ye. Dayê Şîrîn dibêje: “Heta em saxbin, em vê fermanê ji bîr nakin, her tim di dilê me de ye. Tiştek ji destê me nayê, Tawisê Melek ji serbebeban re heqê me nehêle. Ez bi xwe êtim û sêwî me, zarokên min jî wisa; ez gazî xwedanê xwe dikim heqê me ji wan bistîne.”
 
'Kengî rêya Şengalê vebû, em vegeriyan'
 
Ji vir û şûn de çîrok dişibe ya gelek Êzidiyan; di korîdora mirovî re derbasî Rojava dibin. Li wir namînin, diçin Zaxoyê. Piştî 2 salan jî vedigerin Şengalê. Dayê Şîrîn dibêje: “Hema kengî rêya Şengalê vebû, em vegeriyan. Ev 10 sal in em vegeriyane. Kurê min wan gotin em nikarin li vir bisekinin.”
 
Kurên Dayê Şîrîn ji bo rakirina tola Êzidiyan li şengalê bi hevalan re ne. Dayê Şîrîn dibêje: “Her du kurê min bi hevalan re bûn; li Şengalê her du bi 5 hevalên xwe re birîndar bûn. Kurê min ê mezin Evdî giran birîndar bû. Heta em saxbin, her qirika me zûha, çavê me bi giriye. Hîn jî çavê me li rêya dîlên me yên di destên DAÎŞ'ê de ne. Em dibêjin dibe ku hîn sax in, rojekê li me vegerin. Carnan jî aqlê min, ji min re dibêje, heke heta niha nehatibin yek ji wan jî sax nemaye.  Hemû dinya dizane çi bi Serê Êzidiyan de hat. Lê ker in, kor in, lal in li hember Êzidiyan û Şengalê."
 
“Nehiştin em cejna xwe bikin”
 
Roja ferman radibe di heman demê de cejna Çileyê Havînê ya Êzidiyan e. Dayê Mayan Pûrto û malbata wê jî ji bo cejnê diçin goristanê ser miriyên xwe. Haya wan ji tu tiştî nîne. Dayê Mayan dibêje: “Nehiştin em cejna xwe jî pîroz bikin.”
 
Sibehê seat 4 e dema Dayê Mayan dengê çekan dibihîze. Xeyrî Sîlen ê ku xizmê Dayê Mayan e û rextê xwe digirediçe ser mewziyên Rojhilat, piştre jî dibe remza berxwedana Sîbayê ya li dijî DAÎŞ’ê. Rûxmê jê re dibêjin, herkes reviyaye, em jî biçin, Xeyrî dibêje, ‘bi mirina min be jî ez Sîbayê bernadim’ û diçe heta fîşeka xwe ya dawî şer dike. Guleyên wî xilas dibin û dibêje ku dibe guleyên pêşmergeyan mabin, diçe navenda wan lê tu tiştekî nabîne û vedigere. Dayê Mayan dibêje: “Dema Xeyrî Sîlen hat got bila jin derkevin xwe xelas bikin. Em bûn du beş da ku em derkevin bes DAÎŞ pir nêzî me hatibû. Heta em derketin wan ji bo pêşiya çeteyan bigrin şer kirin. Ji me re gotin bimeşin li dû xwe mêze nekin. Ji kerba em nikaribûn bibezin jî.”
 
'Dema me duxan dît me got kesek sax nemaye'
 
Dema ku dikevin rê di ser serên wan e gule wekî birûskê diçirisin. Nasekî Dayê jî wê demê tê kuştin. Zarok û malbata wî jî digrin û riya xwe berdewam dikin. Ew roja fermanê carek din zindî dibe di dil û mêjiyê Dayê Mayan Pirto de û dibêje: “Em hinek ji yên me dûr ketin me dît dûxanek mezin ji aliyê wan rabû. Me got wele kesek ji wan sax nema.” Seyare diçin û tên lê kesek li wan nasekine da ku wan zarokan xilas bikin. Dema seyareke ku cîh tê de heye disekine jî hemû li ser hev li seyarê siwar dibin û diçin Girê Heyalê.
 
'Xeyrî  Sîlen li ber Tawisî Melek xwe feda kir'
 
Dayê Mayan li wê derê agahî digre ku kurê wê Simêl sax e. Wê çaxê digirî û dibêje: “heke Simêl sax e xema min ne tiştek e.” Simêl digihîje wan û wan dibe Sikêniyê. Du rojan di geliyê Sikêniyê de dimînin. Piştre Xeyrî Sîlen wan dibe Başûrê Kurdîstanê û dibêje: “Nan û xwarin ji min re heram e, ez li vir nasekinim” û vedigere Şengalê û bi bira û biraziyê xwe re Tevlî şer dibe. Xeyrî Sîlen Şehîd dikeve bi her du hevalên xwe yên şer re. Dayê Meyan berdewam dike, “Xeyrî li ber dîn û îmanê xwe, li ber Tawisî Melek xwe feda kir. Got bila bi serê min bê, ne bi serê Êzîdxanê. Xeyrî ji aliyê her kesî ve kesekî tê hezkirin e. Ne tenê ji bo malbata xwe, ji bo êşîra xwe giştî wendahiyek gelek mezin bû."
 
Ji malbata Dayê Mayan nêzî 10 kes tên kuştin. Xeynî Xeyrî du tiyê wê û zarokên wan, dû kurên birayên wê li ser rêya Sikîniyê tên kuştin û li ser hev tên gorkirin. Dayê Mayan dibêje: “Dema em reviyan ji dûr ve me tenê dît ku cihê ku ew lê ne teqîn çêbû. Me ji nêz de nedît çawa hatin kuştin, tenê teqîn çêbû û dûxanek rabû. Di wan kêliyan de ji tirsan kesekî halê kesekî ne dipirsî. Tiştek nedihat bîra mirovan, me her tişt li dû xwe hişt û reviyan. Em niha dibêjin bila ev mal û milkê me hemû biçûna bes bila Xeyrî û yên din saxbana.”
 
Piştî salan ji Bexdayê heyeteke dewletê tê û hestiyên wan derdixe, dibe. Heta niha jî hestiyên wan li malbatê nehatine vegerandin.
 
'Dema em ji malê derketin em û DAÎŞ li ber hev sekinîn'
 
Beriya fermana 3’ê Tebaxê jixwe kemîn li aliyê rojhilat û rojavayê Sîbayê hatine çêkirin. Dema ferman radibe jî gel di her dû kemînan de jî şer dikin. Dayê Mayan dibêje: “DAÎŞ'ê ji aliyê rojava ve hat, heke ji aliyê rojhilat hatibana kesek ji me nedima. DAÎŞ'ê êvarî êrîş kir, gel heta roja din nîvroj li ber xwe da, bes DAÎŞ'ê bi çekên giran êrîş dikir, çekên destê gel yên ferdî bûn. Gel mecbûr ma xwe paş ve bikşîne û bireve. Dema destpêkê DAÎŞ'ê êrîş kir, em di hewşa mala xwe de bûn, ezman ji ber gulebarana wan kesk û sor dibû. Xwedanê me alîkarî da me, nexwe dema em ji malê derketin em û DAÎŞ'ê li ber hev sekinîn lê wan me nedît.”
 
Dayê Mayan û malbata wê di korîdora mirovî ku ji aliyê hêzên gerîla, YPG, YPJ’ê ve hat vekirin derbasî Rojava dibin piştre. Dayê Mayan Wisa bahsa wan kêliyan dike: “Di fermanê de tişta bi serê me ve hat, bi serê kesekî nehatiye. Bila ew roj careke din li serê êzidiya venegere. Ne ji alîkariya xwedê ba yek ji me bi saxî nedifilitî. Em bi meşê heta xeta Rojava çûn. Di rê de ez û neviyê min, em ji taqet ketin. Kurê min Simêl terka zarokên xwe da û bi min ve hat. Em ketin dawiya pîkabekê heta ber avê. 5-6 roj bê xwarin, bê av em her meşiyan.”
 
'Dema em hatin Sîbayê ji derveyî hevalan kes nîn bû'
 
Dayê Mayan û malabta xwe piştre diçin Zaxoyê. Biqasî salekê li wir dimînin. Lê tebata hevjînê Dayê Mayan naye, dibêje, "ez nikarim li van deran bisekinim." Wisa vedigerin Şengalê. 2 salan li navçeya Sinûnê dimînin, piştre tên Sîbayê. Dayê Mayan dibêje: “Dema em hatin Sîbayê ji dervî hevalan hîn tu kes li Sîbayê nîn bû. Dema em hatin tiştek nîn bû, ne mal, ne şibake, ne derî; ne xwarin û ne jî vexwarin. Hema xwedê qedand û em heta vê rojê hatine.”