32 welatan li dijî darvekirinan daxuyanî dan
- 10:17 13 Tebax 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Fransa, Îngilistan û Kanada jî di nav de 32 welatan zêdebûn bûyerên darvekirina xwepêşandêran ên li Îranê şermezar kirin. Ji bo rawestandina cezayê darvekirinê bang li Tehranê kirin.
Yekîtiya Ewropa, Fransa, Îngilistan, Kanada, Elmanya û Îtalya jî di nav de 32 welatan bi daxuyaniyeke hevpar zêdebûna cezayê darvekirinê yê li Îranê yê li hemberî xwepêşandêran şermezar kirin.
Welatan diyar kirin ku rêveberiya Îranê ji bo bêdengkirina muxalîfan, tepisandina civakan û cezakirina kesên ku mafên xwe yên bingehîn bi kar anîne cezayê darvekirinê bi kar tîne û ji Îranê xwestin ku tavilê vê yekê bi dawî bike.
Di daxuyaniya hevpar de bang li Îranê hate kirin ku hemû kesên bi kêfî hatin girtin bêne berdan û guh bide dengê gel ê ku daxwaza guherînê dike.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot anî ziman ku li gel heft meh di ser destpêkirina xwepêşandanên li Îranê derbas bûn jî darvekirin dewam dike û got, "Ev yek nayê qebûlkirin û divê dawî li vê zexta li dijî mirovahiyê bê anîn."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî jî rexneyên welatên Rojavayî rexne kir û bi piştgiriya ji bo êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê û şerê li Xezeyê welatên Rojavayî sûcdar kir.
Li gorî daneyên saziyên mafên mirovan Îran piştî Çînê yek ji wan welatan e ku cezayê darvekirinê lê zêde ye. Li gorî daneyên Iran Human Rights û ECPM'ê, li Îranê di sala 2025'an de herî kêm 1.639 kes hatin darvekirin.







