Kampanyaya 'Sêşema Na ji Darvekirinê re' li 60 girtîgehan belav bû

  • 14:23 18 Tebax 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera komkujiya 1988’an de, kampanyaya “Sêşema Na ji Darvekirinê re” li 60 girtîgehên cuda dest bi greva birçîbûnê kir. Girtiyan banga lezgîn li welatên cîhanê kir ku têkiliyên xwe yên bi Îranê re li gorî rawestandina darvekirinan bidomînin.
 
Kampanyaya “Na ji Darvekirinê re” ku niha di hefteya xwe ya 134’an de ye, li 60 girtîgehên cuda, tevî Girtîgeha Gajsaranê, didome.
 
Bi daxuyaniyeke ku salvegera darvekirinên girseyî yên girtiyên siyasî di havîna 1988-1989’an de nîşan da, kampanyayê kesên ku hatine darvekirin bi bîr anî û daxwaza darizandina kesên ku ferman dane û van darvekirinan pêk anîne kir.
 
Bîranîna salvegera komkujiya 1988'an
 
Di destpêka daxuyaniyê de hemû kesên ku di sala 1988’an de li Îranê hatine darvekirin hatin bibîranîn û wiha hat ziman: “Di salvegera komkujiya girtiyên siyasî ya havîna 1988’an de ku raportê berê yê mafên mirovan ê NY’ê Javid Rahman wekî "sûcek li dijî mirovahiyê" bi nav kir, em kesên ku jiyana xwe ji bo doza azadî û wekheviyê winda kirine bi rêzdarî bi bîr tînin û em hêvî dikin ku sûcdar û fermandarên vê trajediya nemirovane di zûtirîn demê de werin darizandin. Kampanyaya "Sêşema na ji Darvekirinê" bangek e ji bo edaletê ji bo her yek ji van hezkiriyan û ji bo hemû kesên ku ji hêla dîktatoriya serdest a Îranê ve hatine darvekirin.”
 
Zêdebûna darvekirinan û helwesta navneteweyî
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hefteya borî, rejîma otorîter Şehram Sadegî, girtiyek siyasî yê xwepêşandanên 14’ê Çileya 2026’an, li Keracê bi hovane darve kir. Bi darvekirina Şehram Sadegî û Mihemed (Çerag) Afrokhte ku vê dawiyê li Zahedanê hat darvekirin, hejmara girtiyên siyasî yên ku ji destpêka sala 2026’an vir ve hatine darvekirin gihîştiye herî kêm 39’an.
 
Ev dane ji bo gelek girtiyên din ên siyasî û yên din ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn alarmek cidî ye. Tevî nerazîbûnên zêde, hikûmeta Welayet-e Feqîh dest ji darvekirina mirovan bernedaye, ji ber ku hebûna xwe girêdayî tepeserkirin û îdamkirinê dibîne. Di mehên dawî de, hejmara kesên tên darvekirin zêde bûye. Piştî 134 hefteyên kampanyaya "Sêşema Na ji Darvekirinê re" û daxuyaniyên dubare ji raya giştî û saziyên curbecur re her wiha nerazîbûnên giştî û çalakvanên li dijî darvekirinê, 32 welatên cuda yên cîhanê, di dawiyê de daxuyaniyek girîng weşandin û ji Îranê xwestin demildest darvekirinan rawestîne.”
 
Banga ji bo têkiliyên dîplomatîk û bazirganî
 
Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin rêzkirin: “Em, wekî endamên kampanyaya "Sêşema Na ji Darvekirinê re", ji hemû welatan dixwazin ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk û bazirganî bi hikûmeta Îranê re bi şertê ku dest ji darvekirina mirovan berde bidin rawestandin. Her wiha em careke din bang li kesên xwedî wijdan dikin ku bibin dengê vê kampanyayê û bi her awayî ji bo kesên li Îranê cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn seferber bibin.”
 
Girtîgehên ku tevlî grevê bûne
 
Hêjayî gotinê ye ku komek girtiyên ji Girtîgeha Gajsaranê daxuyaniyek weşandin û beşdarbûna xwe ya fermî ya kampanyaya "Sêşema Na ji Darvekirinê re" ragihandin. Li gorî vê, endamên vê kampanyayê dê roja Sêşemê, 18’ê Tebaxa 2026’an, li 60 girtîgehan li seranserê welat dest bi greva birçîbûnê bikin ku 134’emîn hefteya têkoşîna wan e.
 
Navên girtîgehên ku grev li wan didome ev in:
 
Girtîgeha Evînê (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Qizil-Hesar (yekîneyên 2, 3 û 4), Girtîgeha Navendî ya Kerecê, Girtîgeha Ferdisê, Kerec, Girtîgeha Tehrana Mezin, Girtîgeha Qerçax, Girtîgeha Xorîn Varamîn, Girtîgeha Çobindar, Qezvîn, Girtîgeha Ehar, Girtîgeha Arak, Girtîgeha Langroud, Qum, Girtîgeha Xuremabad, Girtîgeha Borujerd, Girtîgeha Yasuc, Girtîgeha Esedabad, Girtîgeha Îsfehan, Girtîgeha Destgerd, Îsfehan, Girtîgeha Şeyban, Ehwaz, Girtîgeha Sepidar, Ehwaz (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Nîzam, Girtîgeha Şîrazê Adelabad, Şîraz (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Fîrûzabad, Fars, Girtîgeha Dehdeşt, Girtîgeha Zahedan (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Borazcan, Girtîgeha Ramhormoz, Girtîgeha Behbehan, Girtîgeha Bam, Girtîgeha Yezd (qada jin û mêr), Girtîgeha Kehnûcê, Girtîgeha Tebas, Girtîgeha Navendî ya Bîrcendê, Girtîgeha Meşhed,Girtîgeha Gorgan, Girtîgeha Sebzewar, Gonbad-Kavoos, Girtîgeha Qaemşehr, Girtîgeha Reşîd (Reş), Girtîgeha Hawiq Taleş, Girtîgeha Ezberam Lahican,Girtîgeha Dizelabad Kirmaşan, Erdebîl, Girtîgeha Tebrîz, Girtîgeha Urmiyê, Girtîgeha Selmas, Girtîgeha Xoyê, Girtîgeha Neqede, Girtîgeha Miandoab, Girtîgeha Mehabad, Girtîgeha Bûkan, Girtîgeha Seqezî Girtîgeha Banê, Girtîgeha Merîwanê, Girtîgeha Borujenê, Girtîgeha Neyşabûrê, Girtîgeha Gaçsaranê.”