Jin dixwazin bibin kirdeya aştiyê

  • 09:09 29 Tebax 2026
  • Rojane
Beritan Tunç - Rojin Abay
 
ÎZMÎR /STENBOL  - Ber bi 1’ê Îlonê ve jinan daxwazên aştiyê bilind kirin û ji bo aştiyeke mayînde dixwazin bibin xwedî gotin. Nevîn Daşdemîr, Aysel Onel û Evîndar Aysal wiha gotin: “Aştiyeke jin têdê tunebin ne mayînde ye. Divê jin bibin kirdeya aştiyê.”
 
Jinên di pêvajoyên şer û pevçûnan de êşên giran dijîn bi salane daxwaza aştiyê bi awayekî herî xurt tînin ziman. Jinên li dijî koçberî, şer, xizanî, tundî û windakirinê têkoşînê didin, îro di pêvajoya aştiyê de dixwazin bibin xwedî gotin û biryar. Jin diyar dikin ku aştiyeke mayîn de bi tevlibûna jinan a pêvajoyê pêkane.
 
Jinan derbarê rola jinan di avakirina aştiyê de wiha ji ajansa me JINNEWS'ê re anîn ziman. 
 
'Herî zêde jin aştiyê dixwazin'
 
Hevşaredara Bedlîsê Nevîn Daşdemîr da zanîn ku di pêvajoyên şer de yên herî zêde êşê dikşînin jinin û got: “Li her derê cîhanê û li Kurdistanê jî encamên herî giran yên şer jin dijîn. Ji ber vê jin tu car dest ji daxwaza aştiyê berdandin. Kurd û bi taybet jî jinên Kurd ji ber êşên kişandine, bi israr aştiyê dixwazin. Kurd êdî naxwazin zarokên wan nifşê pêşerojê van zor û zehmetiyan bijîn. Ev ne tenê malbatekê ev hemû kesî bandor dike. Ji ber vê jî jin dixwazin çareserî pêk bê, aştî bê.”
 
‘Divê daxwazeke aştiyê ya bi dayikên Kurd sînor nemîne’
 
Nevîn Daşdemîr da zanîn ku şer ne tenê bandor li Kurdan li hemû gelan dike û bi taybet dayikên kurd tevî hemû êş û windahiyan dest ji daxwaza aştiyê bernedane. Nevîn Daşdemîr wiha domand: “Di pêvajoyên pevçûnan de Kurdan malên xwe zarokên xwe windakirin. Koçber bûn. Lê tu car hêviya xwe winda nekirin. Em dibêjin ku bila tu dayik vê êşê nekşînin. Her kes bi awayekî wkehev bijî.”
 
‘Jin û aştî hev temam dikin’
 
Nevîn Daşdemîr bi lêv kir ku divê xwedî li aştiyê bê derketin û wiha bi lêv kir: “Jin di vê nokteyê de esasin. Jin û aştî du kirdeyên bi nirx yên hev temam dikine. Yek ji yekê ne serbixwetire. Ji ber vê ez gelek girîngiyê didimê. Tiştekî ku jin nekin tuneye. Jin gelek xurtin, xwedî baewrîne û ev hêvî û bawerî wê aştiyê jî demek kurt de bîne. Divê pêvajoyên aştiyê de jin cih bigirin. Jin nîvê civakê ne. Tevî vê li şûna jinan mêr biryarê didin û ev nikare bê qebûlkirin. Li ku dibe bila bibe divê em li dijî vê bin. Ez kirdeya jiyanê bim divê ez gotina xwe bikaribim bêjim. Ji ber vê jî divê jin teqez li her derê hebin. Cihê ku jin lê tunebe kêm dimîne.”
 
‘Aştiyeke ku jin têde tunebin ne mayînde ye’
 
Nevîn Daşdemîr destnîşan ki rku aştiyeke ku jin têde tunebin ne mayînde ye û wiha domand: “Zimanê serdest  û feraseta serdest ya mêr şer heyî dike. Jin di vir de şer red dikin û aştiyê diparêzin. Divê hemû dînamîkên pêvajoyê tevli pêvajoyên biryarê bibin. Bi vî awayî dikare civakeke hîn bêtir demokratîk, aştiyane û wekhev bê avakirin. Ji bo vê divê hemû jin berpirsyariyê bigirin. Ez bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Aştiyê ya Cîhanê bang li hemû gelan dikim. Bila ev roj aştiyê ji hemû gelan re tîne. Hêviya me eve ku rojên ku em bedewbûnên aştiyê diaxivin bên.”
 
'Şer bi xwe re xizaniyê tîne'
 
Ji Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye Aysel Onel da zanîn ku şer ji newekheviya zayenda civakî serbixwe nîne û berovajî vê newekheviyên heyî hîn bêtir giran dike. Aysel Onen ev tişt anî ziman: “Barê giran yê şer jin hildigirin. Şer bixwe re xizaniyê tîne. Butçeya ji şer re tê veqetandin têkçûnê jî bixwe re tîne. Butçeya ji jinan re bê veqetandin diçe şer. Ji ber vê jin li her qadê têkoşînek mezin didin. Lê beramberê keda xwe nagirin.”
 
‘Rizandin, koçberî û tundî giran dibe’
 
Aysel Onen balkişand ser encamên şer yên di civakê de afirandiye û li ser dosyayên Gulîstan Doku, Rojîn Kabaîş, Narîn Guran û êrîşên li hember karkerên demsalî yên Kurd sekinî. Aysel Onel got: “Em di cînayeta Narîn Guran de dibînin ku rizandina civakê çawa derketiye holê. Em di dosyayên Rojîn Kabaîş û Gulîstan Doku de dibîn ku navê peywirdarên dewletê derbas dibe. Lê hîna jî ji mirinên bi guman re dibêjin întîxar. Ev jî nîşan dide ku şer di civakê de çawa rê li ber rizandinê vedike.”
 
‘Jin di pêvajoya aştiyê de nûneriya wekhev dixwazin’
 
Aysel Onel bi lêv kir ku jin ji derveyê pêvajoya aştiyê tên hiştin û daxuyakirin ku divê jin hem di maseyên muzakereyê hem di mekanîzmayên biryarê de bi nûneriya wekhev cih bigirin. Aysel Onen wiha bidawî kir: “Aştiyeke ku jin têde tunebin ne mayîne ye. Divê jin di hemû komîsyon û mekanîzmayên biryarê yên pêvajoyê de bi nûneriya wekhev cih bigire. Nîqaşên demokratîkbûnê didomin û li aliyê din jî pêkanînên dijdemokratîk berdewam dikin. Mînak 19 sal cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn û hemşîreya ku li dijî DAIŞ’ê keziyên xwe hûnand, ji kar hatiye avêtinê. Aştî tenê bi qanûnê an jî 1’ê Îlonê nayê sînorkirin û avakirin. Divê aştî li her rojê bê belavkirin.”
 
‘Divê di her asta pêvajoyê de dengê jinê hebe’
 
Ji Komeleya Dema Jinê Evîndar Aysal jî axivî û got aştî tenê bi bêdengbûna çekan sînor nîne û wiha berdewam kir: “Aştî avakirina jiyaneke civakî ya demokratî ku her kes bi awayekî azad û wekhev jiyana xwe didomîne û xwedî gotine. Divê jin di pêvajoya aştiyê de bi bandor bin û rola girîng bilîzin. Divê tevgera jinê û rêxistinên jinan gotina xwe di her asta pêvajoyê de ragihînin. Divê jin îradeya xwe ya rêxistinkirî xurt bikin. Divê gotina xwe bigihînin her derê. Divê li maseyan bi bandor cih bigirin. Divê di navenda rojeva aştiyê de bin. Bêyî azadya jinan nepêkane em behsa aştiyê jî bikin. Bêyî jinan aştî qels dimîne. Em ê 1’ê Îlonê de bi hev re li qadan bin û dengê xwe bilind bikin.”