‘Her tiştê li Rojava pêk tê Kurdên li Bakur jî eleqeder dike’
- 09:03 16 Îlon 2026
- Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
WAN-Jinan bertek nîşanê revandin û qetilkirina şervanê Tugaya Hesekê Sîpan Hiznî, mudaxaleyên li dijî protestoyên li Kobanê û şewata li girtîgehê ku 9 kesî jiyana xwe ji dest dan, da û wiha gotin: “Li Rojava entegrasyona demokratîk tê nîqaşkirin lê şervanekî Kurd hat qetilkirin. Em vê hewldana provakasyonê dibînin. Kesên ji tiştên li Rojava tên jiyîn berpirsin divê vê derxin holê.”
Der barê revandin û qetilkirina şervanê Tugaya Hesekê Sîpan Hiznî, mudaxaleyên li dijî protestoyên li Kobanê û şewata li girtîgehê ku 9 kesî jiyana xwe ji dest dane, li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê bertek nîşan dan. Jinan diyar kirin ku di pêvajoya ku entegrasyona demokratîk tê nîqaşkirinê de tiştên li Rojava tên jiyîn mudaxaleya li hember demokrasiyê ye û gotin hewl tê dayîn pêvajo bê sabotekirin. Jinên Wanê bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku ev ne bûyerên ji rêzê ne, hewldana sabotekirina pêvajoya entegrasyona demokratîk e.
Hewldana provakasyonê
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê Gonul Uzunay da zanîn ku li Rojava pêvajoya entegrasyona demokratîk didome û got ev hewldaneke li dijî pêvajoyê ye û wiha anî ziman: “Sîpan Hiznî wek şervanekî berê yê QSD’ê bû. Di çarçoveya pêvajoya entegrasyona demokratîk de di nav artêşa Sûriyeyê de cihê xwe girtibû. Lê di encama êrîşê de hevalê me Sîpan Hiznî hat qetilkirin. Ev ne bûyerek ji rêzê ye. Bi taybet li Rojava pêvajoya entegrasyona demokratîk tê nîqaşkirin û qetilkirina şevanekî Kurd wek hewldana prokasyonê ye. Ji ber dixwazin pêvajoya entegrasyona demokratîk sabote bikin. Dixwazin şerê Kurd-Ereb bînin rojevê. Rojava bi salane ji bo destkeftiyên xwe têdikoşe. Gelê Rojava bedelên mezin dan.”
‘Kî sabote dike divê derkeve holê’
Gonul Uzunay di berdewamiyê de destnîşan ku ew li cem gelê Rojava ne û wiha dirêjî dayê: “Bi rojane di serî de gelê Kobanê û hemû gelê Rojava li ser piyan e. Em li cem wan in. Em bang li dewleta Sûriyeyê dikin. Kê ev bûyer kiriye bila derxin holê û ceza bikin. Ger ku behsa Sûriyeyek demokratîk bikin divê van qetilkirinan derxin holê. Em kesên li girtîghea Kobanê di encama şewatê de jiyana xwe dest dane jî bi rehmet bibîr tînin. Ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Em gelê Bakur her tim li cem gelê Rojava ne.”
‘Her tiştê li Rojava pêk tê Kurdên Tirkiyeyê jî eleqeder dike’
Hevsroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ayten Kiran da zanîn ku li Tirkiyeyê pêvajoyekê destpêkiriye lê bandora vê pêvajoyê zêde nayê ferqkirin û got: “Heman awayî li Rojava pêvajoyeke entegrasyonê heye.Êrîşên li hember Rojava bê navber didomin. Her tim êrîş hene. Piştî ketin pêvajoya entegrasyonê Mazlum Ebdî SDG fesh kir. Lê heta qetilkiria leşkeran çû pêvajo. Her tiştê li Rojava Kurdên Tirkiyeyê jî eleqeder dike. Tevli Rojava perwerde bi Kurdî tê dayîn îro di pêvajoya entegrasyonê de perwerde hefteyê sê saet e. Ev rewşeke ne baş e. Di pêvajoya aştiyê de der barê perwerdehiya bi zimanê dayikê de daxwazên me hene lê li Rojava heman tişt jiyankirin me dide fikirîn. Ji ber vê divê di pêvajoya aştiya civakî de li gorî hemû peymanan tevbigerin. Em dixazin ku pêvajo li demê neyê belavkirin û bi encam bibe.”
‘Em şermezar dikin, qebûl nakin’
Dayika Aştiyê Hanîfe Kaçak jî da zanîn ku divê hemû gelên Rojava wek gelên din bibie xwedî mafên esas û got: “Mixabin bi çavsorî êrîşê canên me dikin. Em tiştên li Rojava tên jiyîn qebûl nakin. Em aştiyê dixwazin. Em tiştên li wir tên kirin şermezar dikin. Tiştên tên kirin nayên qebûlkirin.”
‘Yên aştiyê naxwazin şer ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin’
Hevseroka Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (Kurdîgeh) Arîfe Aslan jî der barê mijarê de wiha anî ziman: “Li Rojava pêvajoya entegrasyonê heye. Lê hêzên tarî yên naxwazin aştî pêk bê, şer ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj bi kar tînin. Dixwazin pêvajoyê sabote bikin. Em van êrîş û qetilkirinan qebûl nakin û şermezar dikin. Em ê her tim li pişta Rojava bin, piştgiriya xwe bidomînin.”
Pakîze Demîr jî destnîşan kir ku pêvajoyek heye û divê ne li Rojava ne jî li Tirkiyeyê komkujî neyên kirin û şer bi dawî bibe, aştî pêk bê. Pakîze Demîr wiha bi dawî kir: “ Em aştiyê dixwazin. Ev pêvajo jî ji ber vê heye. Ev pêvajo ji bo Kurdan girîng e. Me li Rojava gelek şehîd dan. Em vê qebûl nakin. Bila aştî bê û ciwan neyên qetilkirin.”







