Piştî nûçeya me, bersûc hate girtin û medrese hate mohrkirin!
- 12:20 25 Îlon 2026
- Rojane
AMED - Piştî hewldana destdirêjiya zayendî ya li ser zarok a ji aliyê Fahri Aktan ve, ku li medreseyê dixebitî, bersûc hate girtin û medrese hate mohrkirin.
Me dîmenên ku Fahri Aktan ê berê li navçeyek Amedê wekî karmendê PTT'yê dixebitî û paşê li medreseyeke navçeyê dest bi kar kiriye, bi dest xistibû. Di dîmen de Fahri Aktan hewl dide destdirêjî zarok bike. Piştî eşkerekirina dîmenan, lêpirsîn li ser bûyerê hate destpêkirin û bersûc hate binçavkirin.
Bersûc hat girtin
Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, piştî serdegirtinê medreseya ku bûyer lê qewimî hatiye mohrkirin. Her wiha hatiye hînbûn ku bersûc Fahri Aktan ji aliyê dadgehê ve hatiye girtin.
Serdegirtina li ser cihê polîsê teqawît
Her wiha hat hînbûn di saetên şevê de polîsan li Amedê bi ser cihekî din ê aîdî Aziz Aktan ê polîsê teqawît ku xwediyê medreseyê ye, girtine.
Her wiha, tê îdiakirin ku medrese avahiyek neqanûnî ye.







