Ji du endamên KJAR’ê sê meh in agahî nayê girtin
- 11:54 26 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR’ê ragihand ku du sê meh berê endamên wan ên bi Zehra Pîrdêhqan (Dîcle Maku) û Pervîn Rasiq Qizilbaş (Adar Maku) li Urmiyeyê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin û birine cihekî nediyar.
Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyekê ragihand ku du endamên wan ên bi Zehra Pîrdêhqan (Dîcle Maku) û Pervîn Rasiq Qizilbaş (Adar Maku) ku beriya sê mehan li Urmiyeyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û birine cihekî nediyar tu agahî nayê girtin.
KJAR’ê da zanîn ku Zehra Pîrdêhqan (Dîcle Maku) û Pervîn Rasiq Qizilbaş (Adar Maku) di Tîrmeha 2026’an de di navbera çend rojan de dema li bajarê Urmiyeyê çalakiyên sivîl û xebata rêxistinkirina jinan dikirin, winda bûne.
Sê meh in tu agahî ji wan nayê girtin
KJAR’ê da zanîn ku bi lêkolîn û lêpirsînên kirine piştrast bûye ku her du jin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin.
KJAR’ê destnîşan kir ku tevî sê meh di ser girtina wan re derbas bûye jî hê malbatên van her du çalakvanan tu agahî ji wan negirtine û nizanin rewşa wan çi ye, li ku tê girtin û çarenûsa wan çi ye. KJAR’ê ragihand ku hêzên ewlehiyê red kirine ku agahiyên zelal bidin malbatan û zext li wan kirine ku dev ji serlêdana riyên yasayî yan sivîl berdin.
Banga zelalkirina rewşa wan
KJAR’ê fikarên xwe li ser rewşa du endamên xwe anî ziman da zanîn ku Komara Îslamî ya Îranê ji berpirsiyar e û xwest rewşa wan û cihê wan tavilê bê eşkerekirin.
KJAR’ê her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, rêxistin û komên mafên jinan kir ku vê bûyera ku tê wateya ‘windakirina bi zorê’ lêkolîn bikin û ji bo zelalkirina rewşa wan bikevin nava tevgerê.







