'Xizmên me li ku ne?'

  • 15:24 26 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û nûnerên Şaxa ÎHD'ê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, çalakiya xwe berdewam kirin û gotin: " Xizmên me li ku ne?"
 
Xizmên windayan li bajarên Amed, Êlih, Îzmîr, Riha û Colemêrgê hatin cem hev û daxwaza edaletê kirin. 
 
Amed 
 
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya di 920'an de ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, çalakiya xwe li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyo berdewam kirin. Di çalakiyê de xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHD'ê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes amade bûn. Xizmên windayan di çalakiyê de wêneyên windayan û yên Zozan û Orhan Eren rakirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Zozan û Orhan Eren pirsîn.
 
Zozan û Orhan Eren di 25'ê Îlona 1997an de, dema ji Amedê diçûn Pasûrê, 50 metre li nêzî Qereqola Angulê hatin revandin. Maşîna wan li pêş qerewolê vala hat dîtin.
 
Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdeniz li vir daxuyanî da û xwest êdî winda bên dîtin û kuştin bi dawî bibe. Firat Akdenîz, bang li rayedaran kir û xwest faîl bên dîtin û darizandin.
 
Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren ku xizmê Zozan û Orhan Eren e, anî ziman ku xizmên windayan 921 hefte nin pirsa “Xizmên me li ku ne?”  dikin û got: “Ew li pey edalet û rastiyê ne. Heke di civakekê de aşitî tune be, edalet jî tune ye. “
 
Colêmerg
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan, di hefteya 246'an de çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin”  berdewam kir. Endam û rêveber li Kolana Hunerê ya Geverê ya Colemêrgê kom bûn û xwestin kujerên şivanên bi navê Mehmet Urun, Salih Urun, Omer Urun, Siddik Yakut, Mehmet Yakut, Omer Kaçan û Abdullah Kert ên di 1990'î de hatin kuştin bên dîtin û cezakirin.
 
Rêveberê ÎHD'ê Ozan Akbaş daxuyanî da û xwest kujer bên dîtin û darizandin. Ozan Akbaş da zanîn ku 7 şivan 36 sal berê hatin kuştin, lê hîn kujerên wan serbest digerin û xwest kujer bêne darizandin.
 
 
Êlih 
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê, di heftiya 756’an a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistan hatin cem hev. Di çalakiyê de parêzvanên mafên mirovan, nûnerên partiyên siyasî jî tevlî çalakiya ku tê de pankarta “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” hatibû vekirin, bûn. Di çalakiya vê heftiyê de aqûbeta Şehmuz Însel ku di 25’ê Îlona 1999’an de li navçeya Misircê ya Sêrtê hatibû revandin û ji wê rojê ve ti agahî ji wî nayê girtin, hat pirsîn. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Îzmîr 
 
Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, di çalakiya vê hefteyê de ya ku du hefteyan carekê li ber Sumerbanka Kevn a Konakê pêk tîne, ji bo Îbrahîm Gundem ê ku li Amedê di bin çavan de hatibû windakirin, daxwaza edaletê kir. Daxuyaniya ku pankarta “Bila winda bêne dîtin, kujer bêne darizandin” tê de hatibû vekirin, ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Rodî Polat ve hat xwendin.
 
 
Riha 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê, di heftiya 84’an a çalakiya ku bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li dar xist de aqûbeta Ahmet Kalper pirsî. Xizmên windayan û aktîvîstên mafên mirovan tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.