Rêveberiya Dibistanên Dirbêsiyê: Zimanê dayikê mafek e

  • 15:30 6 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Dibistanên Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî çandî û perwerdeyiyê ye û daxwaza perwerdeya bi Kurdî kir.
 
Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Dirbêsiyê têkildarî mafê perwerdeya bi zimanê kurdî bi beşdariya mamosteyên li bajêr daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla mamoste Xada Beravê û Ebdulkerîm Hemo ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ziman mafekî resen ê hemû gelan e, ew beşeke sereke ya nasname û mîrateya gelan e, bi windabûna wê re beşeke nasname û mafê çandî tê windakirin.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku perwerdeya xwendekaran bi zimanê dayikê bi dersekê pêk nayê, ew mafeke çandî û perwerdehî ya avakirina nifşeke girêdayî ziman û nasnameya xwe ye.
 
Mamosteyan banga destekdayîna ji bo perwerdeya zimanê kurdî li dibistanan kir, daxwaza dabînkirina materyal, pirtûk û alavên din ên guncaw ji bo perwerdeyê kir.