Piştî hesreta 29 salan xwe gîhand gora kurê xwe
- 12:44 17 Cotmeh 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Dayika 76-salî ya endamê HPG'ê Nezir Bileky ku 29 sal berê li herêma Reşinê Çirav a Çiyayê Gabarê li Şirnexê jiyana xwe ji dest dabû Hamdiye Bîlek, ji Edeneyê çû Gabarê da ku cara ewil serdana gora kurê xwe bike.
Malbata gerîlayê HPG' ê Nezir Bilek (bi nasnavê "Azad"), ku di 13'ê Cotmeha 1997'an de li herêma Reşinê Çirav a Çiyayê Gabarê li Şirnexê şehîd bûbû, piştî 29 salan cara ewil serdana gora wî kir. Ev serdan li "Goristana Şehîd Binevş" a li gundê Basretê, li ser Çiyayê Gabarê pêk hat. Dayika Azad, Hamdiye Bîlek (76) û xwişk û birayên wî, bi hevrêtiya nûnerên Komeleya Piştevanî û Çandê ya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) çûn ser gorê.
Her çend malbatê di sala 2015'an de agahiya şehadeta Azad wergirtibû û şîna xwe danîbû jî, wan nikaribûbû cihê gora wî bibînin. Piştî ku di bernameya "Moterevan" deku ji aliyê rojnamevan Abdurrahman Gok ve tê pêşkêşkirin û meha borî li ser kanala Nûçe TV hat weşandin kevirê ser gorê yê kurê xwe dîtin, malbat ji Edeneyê bi rê ket û çû Gabarê.
Bangek ji bo serdana goristanê
Dema ku piştî 29 salan gihîştin ser gora kurê xwe, malbatê kêliyên pir bi hest û kûr derbas kirin û li ber gorê lorîk gotin. Her wiha endamên malbatê bi destên xwe giyayên hişk ên li ser hemû gorên di goristanê de paqij kirin. Endamên malbatê ku li ser kavilên cihê nimêjê û odeya mêvanan a goristaneke ku 10 sal berê bi bombebaranê hatibû wêrankirin sekinîbûn, hêrsa xwe ya li hemberî êrîşên li ser goristanan anîn ziman. Wan diyar kirin ku di tu baweriyê de gor an cihên îbadetê nayên hedefgirtin û kirinên wiha bi tu olê re li hev nayên. Malbatê banga ji nû ve avakirina goristanê kir û ji hemû malbatên gerîlayan xwest ku serdana wê derê bikin.







