TJA'yê li gelek bajaran starta 25'ê Mijdarê da
- 15:31 8 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA'yê li gelek bajaran starta çalakî û bernameyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan da.
Tevgera Jinên Azad (TJA), li gelek bajaran starta çalakî û bernameyên ku dê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan dan. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku ew dê li hemberî siyaseteka ku mafê jiyanê yê jinan, îradeya wan a azad an jî têkoşîna wan a kolektîf dike hedef, serî netewînin.
Wan
Li Wanê, li pêşiya Deriyê Sînor ê Kapikoyê ya li navçeya Seravê bi daxuyaniyekê start hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinê ye” hat vekirin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî têkoşîna jinan” hatin berzkirin. Parlamenterên DEM Partî Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Oznûr Bartin, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên jinan û gelek jin tevli daxuyaniyê bûn.
Metna daxuyaniyê li ser navê jinan ji aliyê aktivîsta TJA'yê Şehrenaz Gezîcî ve hat xwendin.
Şehrenaz Gezîcî diyar kir ku dengê îro ew ji Deriyê Sînor ê Kapikoyê bilind dikin, ne tenê ji bo vê herêmê ye; ev ji bo hemû jinên li çar aliyên cîhanê ye ku ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin e. Şehrenaz Gezîcî da zanîn ku tundî sînoran nas neke lê piştevaniya jinan û têkoşîna wan a ji bo azadiyê jî bi sînoran nayê rawestandin û wiha got: “Em ê li hemberî tu siyaseteke ku mafê jiyanê yê jinan, îradeya wan a azad an jî têkoşîna wan a kolektîf dike hedef, serî netewînin. Bi saya hêza xweser, îradeya hevpar û têkoşîna rêxistinkirî ya jinan, em ê bi hev re jiyaneke ji tundiyê dûr, wekhev û azad ava bikin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
Stenbol
TJA'yê li Stenbolê deklerasyona 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî aşkere kir. Di deklerasyonê de hate diyarkirin ku ji bo jiyaneke birûmet, paşerojeke azad û cîhaneke bê tundî, ew ê vê 25’ê Mijdarê jî bi hêvî lê bi hêrseke mezin rêxistin bikin û wiha hate gotin: “Em hemû jinan vedixwînin ku mal bi mal, kolan bi kolan li qadan bin, heta ku em pergala mêrparêz hilweşînin û civaka demokratîk a jinparêz ava bikin têkoşînê bikin.”
Aktivîstên Tevgera Jinên Azadê (TJA), bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî li Tunela Taksîma Stenbolê kom bûn û heta Qada Şîşhaneyê meşiyan. Di meşê de pankarta “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinê ye” hate vekirin û dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Têkoşîna Jina” hate berzkirin. Dayikên Aştiyê, aktivîatên TJAyê, Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, Endam û rêveberên partiyên siyasî, rêxistinên jinan û gelek jin tev li meş û daxuyaniyê bûn. Girse piştî hate qada Şîşhaneyê deklerasyona 25ê Mijdarê aşkere kir.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan ve hate xwendin.
‘Xwedî li pêvajoyê derdikevin’
Remziye Alparslan anî ziman ku ew îsal jî 25'ê Mijdarê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” û bi berxwedana xwe ya birûmet pêşwazî dikin û wiha axivî: “Bi têkoşîna xwe ya azadiyê ku hinceta hebûna me ye, em ê ji her rojên salê zêdetir bi hêrseke mezin û biryardariyeke di cihtir de, li qadan bin. Em di têkoşîna xwe ya li hember polîtîkayên tundî û qirkirinê yên pergala mêrparêz de ji her demê zêdetir bi îdîa û biryardar in. Ji ber ku em bawer dikin avakirina civaka demokratîk û aştiyê, garantiya pêkanîna daxwaza jinan a ji bo jiyana bê tundî ye. Li ser vê bingehê, em hevaltiya bi jinan a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin û di her kêliya vê pêvajoyê de nîşan dayî nas dikin, xwedî lê derdikevin û bi rêzdarî silav dikin. Em soza têkoşînê didin ku civaka demokratîk dê bi pêşengiya jinên sosyalîst û bi Rêbertiya Azad re bê avakirin.”
Şirnex
TJA’yê li Şirnexê jî starta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî da. Bi atolyeya li şaredariya bajaroka Gundikê Melê hat dayîn gelek jin hatin gel hev. Pankarta ‘ bi îradeya azad û hêza xwser niha dema jinê ye’ li salonê hat daliqandin. Dovîzên “Li dijî tundiyê niha dema jinê ye’, “Jin jiyan azadi”, “Em jin in vîn in li her derêne” hatin hildan.
Aktîvîsta TJA’yê Çîmen Fîdan di bernameyê de axivî û da zanîn ku starta 25’ê Mijdarê li Mêrdînê dane ji ber ku li herêma Botanê polîtîka şerê taybet bê meşandin û got wê têkşoîna xwe li dijî tundiyê bidomînin.
Piştî axaftinê atolye hat lidarxistin û ji aliyê Zelal Eçî a ji Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Cizîrê ve hat dayîn.
Piştre parlametnera DEM Partiyê Newroz Uysal jî axivî û da zanîn ku jin li dijî tundiyê bi salane têkoşîna xwe didomînn.
Mersîn
Tevgera Jinên Azad-TJA, li Mersînê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî starta çalakî û bernameyan da. Jin di çarçoveya startê de li avahiya Atolyeyên Kolektîf a Sanatolîa ya Akdenîzê hatin gel hev û tevli bernameya taştê bûn. Piştre li ber muzîkê govend gerandin.
Piştî bernameya taştê jin ji vir heta Abîdeya Portakal meşiyan. Pankarta ‘bi îraeya hêza xweser û îradeya azad niha dema jinê ye’ vekirin û dirûşmeyên jin jiyan azadî berzkirin. Piştre li ber abîdeya Portakal daxuyanî hat dayîn. Li ser navê girseyê aktîvîsta TJA’yê Meral Gultekîn daxuyanî xwend.







