TJA'yê Bêrîvan Kutlu li ser gora wê bi bîr anî
- 13:42 17 Mijdar 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Aktîvîsta TJA'yê Berivan Kutlu, di salvegera yekem a koça xwe ya dawîn de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Tevgera Jinên Azad (TJA), di salvegera yekem a koça dawîn a çalakvana TJA'yê Berivan Kutlu de, çalakiyeke bîranînê li dar xist û ew li ser gora wê bi bîr anîn. Gelek kes beşdarî vê çalakiyê bûn ku li ser gora wê ya li gundê Navyanê yê Şirnexê pêk hat. Di dema bîranînê de wêneyê Berivan Kutlu hat hildan û gora wê bi kulîlkên rengîn hat xemilandin.
Çalakî bi xwendina daxuyaniyeke ku ji aliyê malbata wê ve hatibû amadekirin, dest pê kir.
‘Tu dê bi hewldanên xwe, helwesta xwe û bîranînên xwe bijî’
Nameya ku ji aliyê Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya navçeya Silopiyayê Aycan Azman ve hat xwendin, wiha ye:
“Salek derbas bû. Lê belê, demê nikarîbû wê valahiya ku bi nebûna te di dilê me de çêbûye, dagire. Rojên ku me bi te re derbas kirin di bîranînên me de dijîn; dengê te di guhên me de,û kenê te jî di dilê me de maye. Rêwîtiya jiyana te ku di sala 1985'an de li gundê Navyan ê Şirnexê dest pê kir, ne tenê çîroka jiyaneke takekesî bû; ew çîroka baweriyê, kedê, têkoşînê û evîneke kûr a ji bo mirovahiyê bû.
Berivan Kutlu.. Tu keseke wisa bûyî ku jiyan tenê ji bo xwe nejiyayî; te êşa gelê xwe wekî êşa xwe û hêviyên gelê xwe jî wekî hêviyên xwe hembêz kirin. Têkoşîna siyasî ya ku te di sala 2001'ê de li Silopiyayê da destpêkirin ku nûnertiya yekem tevgera siyasî ya jinan dikir, heta roja îro jî rêya têkoşînê ya jinan ronî dik. Te xizmeta ji bo gelê xwe û bidestxistina cihê ku jin di jiyana civakî de heq dikin, ji bo xwe kiribû berpirsiyarî. Di sala 2014'an de wekî Hevşaredara Kumçatiyê û di sala 2019'an de wekî Hevşaredara Cizîrê, te di xizmeta gelê xwe de berpirsiyariyên girîng girtin ser milê xwe. Astengiyên ku tu bi wan re rûbirû mayî, zehmetiyên ku te kişandin û tecrûbeyên ku jiyanê li pêşiya te danîn, tu carî nikarîbûn te ji nirxên ku te ji dil diparastin dûr bixin. Çîroka te ne bi post an unvanan dihat pênasekirin; çîroka te ya rastîn di wan jiyanan de ye ku te dest lê da, di wan hêviyan de ye ku te parve kirin û di wan bîranînên xweşik de ye ku te li pey xwe hiştin. Mixabin, di 17'ê Mijdara 2025'an de, ji ber nexweşiyek bêeman, te tevî têkoşîna xwe ya li dijî nexweşiyê, em bi tenê hiştin. Bi çûyîna te re, niha parçeyek ji me kêm bûye. Tu dê bi sekn û keda xwe her di bira me de bimînî.
Spasiyeke ji dil
Bi navê malbata xwe, em spasiyên xwe yên kûr pêşkêşî hemû kesên ku di vê rêwîtiya saleke bi êş de em bi tenê nehiştin dikin; kesên ku di xemgîniya me de parvekar bûn û bi telefon, peyam, serdan û gotinên xwe yên dilovan li cem me sekinîn dikin."
Piştî vê peyamek ku ji aliyê kuşka Bêrîvanê ve hatibû şandin hat xwendin.
'Hewldanên wê li seranserê herêma Botanê bandorek hiştin'
Di merasîma bîranînê de, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî û got: "Parçeyek ji her yekî ji me li vir e. Di têkoşîna 50 salî ya gelê Kurd de, bi hezaran fedakarî hatine kirin û beşdariya Berivan jî di nav wan de ye. Dema ez zarok bûm, ez bi dayika xwe re dihatim Silopiyayê; ew û xwişka wê Zozan wekî 'keçên Şêx' dihatin naskirin. Fedakariya wan û biryara wan a tevlîbûna partiyê, rê ji bo gelek jinên ciwan ên din vekir. Wan di têkoşîna jinan a li herêma Botanê de şopeke ku nayê jibîrkirin hiştin. Wekî du xwişk ligel komek hevalan, wan di her xebatê de cih girtin. Hewldanên wê li seranserê herêma Botanê deng vedan. Berî her tiştî, wê bi hevaltiya xwe di dilê me de cih girt. Bi helwesta xwe ya bi biryar, Berivan di bîra me ya kolektîf de dimîne û berdewam dike ku bibe parçeyek ji têkoşîna me. Em, hevalên wê, îro li vir in. Mixabiniya me ya herî mezin ew e ku me ji bo nexweşiya wê derman an çareseriyek nedît. Wê kar û xebat ji her tiştî girîngtir didît. Ew ji bo me hemûyan bû mînak; mînakek ji bo wê yekê ku divê jinek çawa xwedî li nasnameya xwe û axa xwe derkeve. Wê her tim dixwest ku em ziman û çanda xwe zindî bihêlin. Em jî dixebitin ku mîrateya wê bidomînin. Ji vir, em careke din Berivan bi bîr tînin."







