Li Rojava çalakiyên 25'ê Mijdarê
- 14:30 17 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star li bajarên herêma Cizîrê û Rêxistina Sara li Kobanê çalakî bi boneya 25'ê Mijdarê organîze kirin. Di çalakiyan de hate gotin ku divê parastina jinan bi qanûnî were kirin.
Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Kongra Star li bajarê Tirbespî, Qamişlo û Dirbêsiyê çalakî bi rêxistin kirin. Li Kobanê jî Rêxistina Sara broşûr belav kir.
Tirbespî
Bi rasthatina Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan re li herêma Cizîrê rêzeçalakî têne lidarxistin. Meclisa Jinan a PYD`ê civînek li Tirbespiyê organîze kir.
Civîn li hola PYD`ê bi beşdarbûna endamên saziyên civaka sivîl û şêniyan bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir û berdevka Meclisa Jinan a PYD`ê Horî Şemdîn axivî.
Horîyê diyar kir ku divê jin li xwe vegerin û di avakirina Sûriyeyê de xwedî rol bin.
Horî Şemdîn her wiha da zanîn ku tundî heta niha li ser jinan dewam dike, neqebûlkirina jinan di avakirina Sûriyeyê de ji hêla hikumeta veguhêz ve jî rêbazeke tundiyê ye. Di dawiyê de Horî Şemdîn da xuyakirin ku heke jin azad nebin, civak jî azad nabe.
Dirbêsiyê
Kongra Star li bajarê Dirbêsiyê jî civîn li hola Navenda Çand û Hunerê bi rêxistin kir. Di civînê de rê û rêbazên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan nirxandin.
Rêvebera Kongra Star Fatma Keleş diyardeya tundiyê ji dîrokê heyanî roja îro nirxand û diyar kir ku hemû sîstemên serwer jinan paşguh kirine. Destûr nedane jinan ku hebûna xwe diyar bikin û bibin xwedî îrade.
Fatma Keleş di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser cureyên tundiyê û got ne tenê aliyê fîzîkî de tundî li jinan tê kirin, her wiha di aliyê aborî, civakî, siyasî û hwd tundî li jinan dikin. Divê li hemberî hişmendiya mêr têkoşîn were kirin da ku jin û mêr wekhev bijîn, civakeke demokratîk û bi edalet were avakirin.
Her wiha Tevgera Hîlala Zêrîn û Koma Şehîd Darsî bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan (25`ê Mijdarê) li hola Navenda Çand û Hunerê şano pêşkêş kirin. Di şanoyê de tundiya di malbatê û civakê de li jinan tê kirin, vegotin û girîngiya zanist, belavkirina çanda rêzdayîna mafên jinan û misogerkirina mafê jinan di detsûrê de anîn ziman.
Qamişlo
Mala Jinan a Qamişloyê li navenda xwe der barê tundiya li ser jinan semîner organîze kir. Jin û mêr û xebatkarên Saziya Jinên Suryanî beşdarî semînerê bûn.
Endama Kongra Star Binevş Şahîn di semînerê de axivî û bi berfirehî dîroka tundiya li ser jinan vegot. Her wiha anî ziman ku tundî di aliyê psîkolojîk û aborî ve bandorê li ser jinan dike û neyînî bandorê li ser aramiya malbatê û hevgirtina civakê dike.
Binevş Şahîn diyar kir ku herî zêde bi rêya medya dijîtal tundiyê li jinan dikin û li beranberî tundiyê divê jin xwe bi rêxistin bikin, daxwaza mafên xwe bikin û qanûnî parastina jinan were kirin.
Kobanê
Li Kobanê jî Rêxistina Sara bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan broşûr li kolanên Kobanê belav kirin. Di broşûran de pênaseya tundiyê tê kirin û cureyên tên vegotin. Her wiha di broşûrê de tê gotin ku divê ji bo parastina jinan ji tundiyê qanûn werin çêkirin.







