Li Bismilê çareseriya li dijî tundiyê hat nîqaşkirin

  • 17:52 18 Mijdar 2026
  • Rojane
 
AMED- Li Bismilê jin di çarçoveya 25’ê Mijdarê de hatin cem hev û li dijî tundiyê têkoşîna hevpar nîqaşkirin.
 
Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bismilê û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li gundê Sergeura hevdîtina jinan pêk anî.
 
Jinan di hevdîtinê de li ser mafê jinan, mekanîzmayên li dijî tundiyê serî lê tên dayîn,, teşeyên tundiyê yên cuda nirxandin kirin û li dijî van li ser girÎngiya têkoşîna rêxistinkirî sekinînin.