Li taxên Peyasê belavok hatin belavkirin

  • 10:28 19 Mijdar 2026
  • Rojane
AMED - Şaredariya Peyasê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan de, bi dirûşma “Bi Têkoşîna Rêxistinkirî ya li Dijî Tundiyê, Niha Dema Jinan e” li qadan dest bi xebatên berfireh kir.
 
Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê, bi hevkariya encûmenên şaredariyê, Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan, TJA'yê û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya navçeya Peyasê, ji bo hişyarkirina li dijî tundiyê xebatên xwe zêdetir kirin. Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar jî di nava xebatan de cih girt û li qadan xebat meşand.
 
Di çarçoveya xebatên li qadan de, jinan li taxên navçeyê serdanên malan pêk anîn, li navenda jinan ya şaredariyê bi jinan re civîn li dar xistin û li bazarên navçeyê belavok belav kirin. Hemwelatî di derbarê tundiya li ser jinan de hatin agahdarkirin û hate tekezkirin ku hewldanên xwe dê bi awayekî domdar bidomînin.
 
Li aliyê din, ji bo balê bikişînin ser girîngiya rojê, bîlboard û pankart bi zimanê Kurmancî, Kirmanckî û Tirkî hatin amade kirin, li seranserê navçeyê û avahiya xizmetê ya şaredariyê hatin daliqandin. 
 
Di daxuyaniyên ku di nava xebatan de hatin dayîn de hate destnîşankirin ku avakirina jiyaneke civakî ya azad tenê bi yekîtî, hevgirtin, berxwedana hevpar û têkoşîna rêxistinkirî ya jinan pêkan e.