Li Geliyê Godernê û kontarên Dorşînê dîmenên talanê
- 09:06 13 Hezîran 2026
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
AMED - Li Pasûrê talana xwezayê giran dibe. Li Geliyê Godernê di bin navê çêkirina bendavê de bi maşîneyên kar, kirkirina ekolojiyê pêk tê û li gundên Eskar û Beyrok yên kontarên Dorşînê jî bid estê gundiyan qirkirina daran didome. Li Pasûrê me qeyedên du qirkirinan kişand û ev dîmen asta hilweşînê nîşan dide.
Projeya Bendava Farqînê ku 50 gundên xeta Pasûr, Licê, Farqîn û Hezro di bin avê de dihêle, ekolojî, dîrok û bîra civakî hedef digire. Li herêma bendavê ku bi hinceta ewlehiyê dora wê bi kalekolan hatiye pêçan, ji bo çêkirina viyadukê dora Pira Godernê ya dîrokî talan dike. Her wiha li tgundê Eskar û Beyrok a li kontarê çiyayê Dorşînê ya Pasûrê jî bi destê gundiyan ev du sale dar tên qirkirin.
Geliyê Godernê
Di Çarçoveya GAP’ê de ji 2009’an heta niha çêkirina bendava Farqînê didome û rê li ber hilweşîna dîrokî û xwezayê vedike. Di pêvajoya çêkirina bendavê ya 17 sal e înşata wê didome de bi hezaran dar hatin birîn û xweza hat talanikrin.
Wê 50 gund di bin avê de bimînin
Nêzî 50 gundên girêdayê Pasûr, Licê, Farqîn û Hezroyê wê di bin avê de bimînin. Yek ji mîrateya herî girîng a herêmê Geliyê Godernê wê di bin avê de bimîne û wê nebat û jiyana biyanî bi xetereya ekolojîk re bên rû hev.
Bi hinceta wê riyên gund û pîra dîrokî di bin avê de bimîne, di çarçoveya projeya Farqînê de ‘Viyaduka Taşkopru û Riyê Gundan yên Giradayê hev’ pêk tê. Bi projeya veguhestinê bi salane talan didome.
Xweza û bîr tê tunekirin
Li aliyekî sozên aborî û çandinî tê dayîn li aliyê din jî di pêvajoya 17 salî de bi hezaran dar hatin tunekirin û xweza û bîr tê tunekirin.Ligel vê li kontarên çiyayê Dorşînê ya navçeya Pasûr a Amedê li gundê Eskor û Beyrok jî ev du sal e ji aliyê gundiyan ve qirkirina daran pêk tê.







