‘Pêvajo divê êdî bi gavên şênber pêş bikeve’
- 09:05 6 Tebax 2026
- Rojane
COLEMÊRG - Aktîvîsta TJA’yê Serfîraz Demîr, diyar kir ku divê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi gavên şênber bidome û got ku bendewariya civakê di vî alî de ye.
Nîqaşên der barê çaresriya pirsgirêka Kurd didomin û der barê vê de di alî meclîsê de tevgerek heye û gavên nû tên avêtin. Aktîvîsta Tewgera Jinen Azad (TJA) Serfîraz Demîr, der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî.
Serfîraz Demîr daxuyakirin ku di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de rol û mîsyona jinan mezin e û wiha got: “Jin bi salane di qada aştiyê de têdikoşin. Ji bo aştî pêk bê di çalakî û bernameyan de jin di eniya pêş de cih girin. Di pêvajoya tê meşandin de yên reng û teşeyê didin em jin in. Di berxwedanên mezin de jinên berxwedêr hene. Leyla Qasilm û Sakîne Cansiz mînakên vê ne. Em ê bi mîrateya wan hiştiye jina azad biafirînin.”
Serfîraz Demîr bi lêv kir ku divê hemû civak ji bo pêvajoyê berpirsyariyê bigire û wiha berdewam kir: “Ji bo pêvajoyê divê mal bi mal, tax bi tax, kolan bi kolan û gund bi gund rêxistin bê kirin.Têkoşîneke dîrokî ya gelê Kurd heye. Ji ber vê jî di vê pêvajoyê de hebûna fikaran normal e. Ji ber polîtîkayên asîmîlasyon û zilmê yên berê fikar hene. Rêber Apor dibêje ‘em ê heviyê biafirînin.’Em jî ji bo hêviyê biafirînin fikaran datînin aliyekî û xebatên xwe dimeşînin.”
‘Divê ziman û nasnameyame bê qebûlkirin’
Serfîraz Demîr diyar kir ku li aliyekî pêvajo didome û li aliyê din jî binpêkirina mafan didome û wiha domand: “Pêvajoyek hebe divê dewlet hesas tevbigere. Em hîna li welatekî ku zimanê Kurdî qedexeye dijîn. Em dibêjin aştî. Em dibêjin zimanê me lê dewt hîna zimanê me qedexe dike. Aştî bi avêtina gavên her du aliyan dibe. Divê kêmasî ji holê bên rakirin. Divê gav bên avêtin. Pêvajo wê wisa bidome. Bendewariya civakê di vî alî de ye.”







