
Li Amedê wê sibehê li dijî bikaranîna hişbirê meşek bê lidarxistin
- 11:44 11 Hezîran 2025
- Rojane
AMED - Platforma Şiyar Be Ya Têkoşîna Li Dijî Hişbirê dê di 12'ê Hezîranê (sibehê) de li dijî berbelavbûna madeyên hişbir ji Qada Şêx Seîd a Amedê heya Birca Keçikê ya li Deriyê Mêrdînê meşekî li dar bixe.
Platforma Şiyar Be Ya Têkoşîna Li Dijî Hişbirê dê di 12'ê Hezîranê (sibê) de li dijî berbelavbûna madeyên hişbir bi şiyara “Li dijî hişbirê bêdeng nemîne” meşekê li dar dixe. Meş dê li Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) dest pê bike heya Birca Keçikê ya li Deriyê Mêrdînê berdewam bike. Di meşê de dê belavok bên belavkirin û banga hestiyarî û têkoşîna li dij hişbirê li welatiyan bê kirin.
‘Em li ber hişbirê rabin’
Di belavokê de ev yek hate gotin: “Em ê sibê saet di 17:00'an de li Qada Şêx Seîd heta Birca Keçikê bimeşim. Em ê belavokên xwe belavbikin û li hember xeteriya madeyên hişbirê bi hev re dengê xwe bilind bikin. Li dijî vê pergala ku civaka me dirizîne, ji bo ku em tax, zarok û pêşeroja xwe biparêzin em bang dikin ku hemû gelê me û rêxistinên demokratîk piştgiriyê bidin vê meşê. Li dijî hişbirê têkoşîn parastina jiyanê ye! Em bi hev re bimeşin, bi hev re biguherinîn!”