Festîvala Jinan a Zîlan wê 21’ê Hezîranê were lidarxistin

  • 14:39 11 Hezîran 2025
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) wê 19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan 21’ê Hezîranê li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê lidar bixe.
 
Festîval wê bi şîara “Bi Jin Jiyan Azadî destkeftiyên jinan biparêze” were lidarxistin. Festîval diyarî şehîdên jin ên têkoşîna azadiyê ya neteweyî ya 52 salan tê kirin.
 
Festîval wê tevlîbûna zêde ya jinên Kurd ên li Elmanya, Belçîka û Hollandayê dijîn, were lidarxistin. Di heman demê de gelek rêxistinên jinan, hunermend û înîsiyatîfên sivîl wê di festîvalê de cih bigirin.
 
Di daxuyaniya YJK-E’yê de hate destnîşankirin ku festîvala îsal wê bi ruhê banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk were lidarxistin û wiha hate gotin: “Festîvala îsal em bi atmosfereke hîn cuda, wate û girîng pêşwazî dikin. Weke jin em dizanin ku divê em ji xwe destpê bikin, guhertinê pêk bînin û pêşengiyê ji civakê re bikin.”
 
YJK-E’yê bi taybetî bang li jinên Kurd kir û ev festîval hem weke qada berxwedanê hem jî zemînê xwedî derketina li têkoşînê nirxand.
 
Di festîvalê de hunermendên weke Chopy, Berfîn Mamedova, Baran Bozyel, Binevş Cizirî, Sosin, Nuarîn, Ozgur Işik û Zînê Botanî wê derkevin ser dikê. Her wiha bi koma Hunera Mizgîn û Zarok Ma re wê jinên dengbêj jî derkevin ser dikê.
 
Di festîvalê de tenê muzîk na, di heman demê de wê standên ku keda jinê nîşan didin, berhemên rêxistinên jinan û performansên hunerî yên cur be cur jî wê bên nîşandan.
 
YJK-E’yê bang li hemû jinên ku li Elmanya, Belçîka û Hollandayê dijîn, kir ku 21’ê Hezîranê li Leverkusenê bi dil û bergên neteweyî yên rengûreng û tilîliyan beşdarî festîvalê bibin.