‘Soza me ya ji bo Denîz Poyraz wê aştî be’

  • 21:43 17 Hezîran 2025
  • Rojane
ÎZMÎR- Rêxistina DEM Partî ya Îzmîrê bi wesîleya 4’emîn salvegera qetilkirina Denîz Poyraz daxuyaniyek da û got ev komkujî ne  munferîte sîstematîke û got kesên li pişt ggumanbar nehatine lêpirsînkirin.
 
Rêxistina DEM Partî ya Îzmîrê bi wesîleya 4’emîn salvgera qetilkirina Denîz Poyraz ya di 17’ê Hezîrana 2021’ê de di êrîşa gumanbar Onur Gencer ya li hember avahiya HDP’a Îzmîrê hat qetilkirin daxuyanî da.Di daxuyaniyê de wêneyên Denîz Poyraz hatin hildan û dirûşmeyên ‘Soza meya ji bo Denîzê wê aştî be’, jin jiyan azadî’, ‘Şehîd namirin’ hatin berzkirin. Malbata Denîz Poyraz, Dayikên Aştiyê, TJA, parlametnera DEM partiyê Adalet Kaya, Burcugul Çubuk û gelek kes tevlibûn. Hevseroka DEM Partî ya Îzmîrê Fulya Erdogan daxuyanî xwend.
 
Fulya Erdogan da zanîn ku îhmala peywirdarên cemawerî  û berpirsyariya wan nehatiye lêpirsînkirin û got bi komkujiyê siyaseta demokratîk hedef hatiye girti, îradeya gel hatiye hedef girtin. Fulya Erdogan da zanîn ku tevî hemû hşiyariyan peywirdarên cemawerî nehatine lêpirsîknirin û got ev parçeyek polîtîka bêcezahiştinê ye.
 
‘Divê komîsyona heqîqetê bê avakirin’
 
Fulya Erdogan destnîşan kir ku li welat gelê Kurd, jinên Kurd û muxaleft hedef tê girtin û wiha dirêjî dayê: “Ev bûyer yek jî ne munferîtin. Ev êrîşên sîstematîkin.  Desthilatdarî û hevkarên xwe gelê Kurd, HDP, ji nû muxelefet hedef nîşan daye. Di encama vê de ji êrîşan re zemîn hatiye amadekirin.   Edaleta rast ya ji bo Denîz Poyraz ne tenê biryara mahkmiyetê ye. Edaleta rast bi îfşakirina polîtîkayên ku Denîz kirine hedef, rûhevhatina zimanê nefretê ye. Ji ber vê jî em carek din dibêjin. Divê komîsyona heqîqetê bê avakirin. Demokrasî bi rûhevhatina heqîqetê pêkane.
 
Piştî daxuyaniyê li ser navê tevgera jinan, jin axivî û gotin heta hesab ji gumanbarên Denîz Poyraz neyê pirsîn wê têkoşîna wan bidome. Daxuyanî bi dirûşmeyan dawî bû.