Jinên Ciwan ji bo azadiya Abdullah Ocalan bernameya hunerî pêk anî

  • 21:47 18 Hezîran 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Helebê bi bernameyek hunerî piştgiriya xwe ji ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nîşan da û daxwaza azadiya fîzîkî kirin.
 
Yekitiya Jinên Ciwan bi diruşma "Ji bo azadiyê dema pêşengtiyê ye", ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Banga Aştî û Civaka Demokratîk, şevbuhêrkeke hunerî li dar xist.Di şevbuhêreka li Parka Efrîn a li taxa Eşrefiyê ya Helebê hatiye lidarxistin de, jinên ciwan, endaên saziyên sivîl û partiyên siyasî amade bûn.
 
Axaftina destpêkirina şevbuhêrekê ji hêla rêvebera Yekitiya Jinên ciwan Şems Elî El Dîn jî hat kirin. Şems di axaftina xwe de girîngî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ji bo bidawîkirina qirkirin û şeran pêwîstî bi pêkanîna bangê heye.
 
Şems Elî El Dîn  wiha vegot: "Ev bang li Rojhilata Navîn xaleke werçerxê ya mezin e û di bicihanîna wê de dê biratiya gelan, pirrengiya çandî û olî misoger bibe, dawî li pergala koletiyê were û siberojek tê de hezkirin û aştî heye, ava bibe."
 
Piştre koma Şehîd Delîla ya Tevgera Hîlala Zêrîn û koma Şehîd Zîlan a yekitiya Xwenedekaran stran û helbestên xwe yên li ser Abdullah Ocalan gotin.