
Girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evînê birin cihekî ne diyar
- 15:05 24 Hezîran 2025
- Rojane
NAVEND NÛÇEYAN - Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî êrişa Îsraîl ya li ser girtîgeha Evîn, girtiyên siyasî yên di girtîgehê de ji bo cihek nediyar hatine veguhestin.
Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 74’emîn de daxuyaniyek derbarê cezayên darvekirinê de belavkir.
Di daxuyaniyê de ewil behsa êrişa Îsraîl ya li ser girtîgeha Evîn ya li Tahranê têkirin û wiha tê gotin; “Ji ber êrişa Îsraîl ya li ser girtîgeha Evîn, bi giştî ziyanek mezin gihiştiye hemû beşên girtîgehê û ji aliyê parêzvanên girtîgehê ve hatiye dorpêçkirin. Herwiha girtî bê xwarin û av di rewşek xirab de man.”
Li gorî daxuyaniyê piştî êrişê girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evînê, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve ji bo cihek nediyar ve hatine veguhestin û hinek girtiyên din yên di beşên jinan de birîndar bûne û ji bo wana bişînin girtîgeha mezin ya li Tahranê zext hatiye bikaranîn.
140 kes hatin darvekirin
Herwiha di daxuyaniyê de behsa kesên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin hate kirin û hate gotin; “Di vê mehê de 140 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvkirin. Ji vê hejmarê 5 ji wan jin in. Herwiha bi tometa ‘çekdarî’ bêyî ku bên dadgehkirin, cezayê darvekirinê dane 2 welatiyên Kurd yên bi navê Mihemed Derwêş û Yasîn Kabdanî. Tevî vê bi dehan welatî li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine binçavkirin.”
Kampanyayê di daxuyaniya xwe de bang li NY û hemû saziyên mafê mirovan kir ku rê nedin êdî kes were darvekirin û rê li darvekirinan bigirin.