Li Şarbajêr şewat

  • 18:36 24 Hezîran 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê ragihand ku ji ber sedemek nediyar agir bi sînorê Şarbajêr ketiye û di encamê de 500 donum erazî şewitiye.
 
Rêveberiya Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li sînorê Şarbajêr ya ser bi Silêmaniyê, agir bi derdora gundê Girde Zibêr û Dêgel ketiye.
 
Hate gotin ku ji ber şewatê, 500 donum erazî bi darên xwezayî ve şewitiye. Li gorî daxuyaniyê sedema şewatê nediyare û lêkolîn hatiye destpêkirin.