Bi rojeva komîsyonê civîna ewil hat kirin

  • 21:22 24 Hezîran 2025
  • Rojane
ENQERE- Ji bo komîsyona ku tê plankirin bi armanca çareseriya pirsgirêka Kurd were avakirin, Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş û serokwekîlên koma partiyên siyasî li hev civiyan.
 
Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş têkildarî komîsyona ku tê plankirin bi armanca çareseriya pirsgirêka Kurd were avakirin, bi serokwekîlên koma partiyên siyasî li hev civiya.
 
Civîn li Salona Merasîmê ya Meclîsê hate kirin, li gel Numan Kurtulmuş Serokwekîlê Koma AKP’ê Abdullah Guler jî cih girt.
 
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî, Serokwekîlê Koma CHP’ê Gokhan Gunaydin, Serokwekîlê Koma ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez, ji Partiya Yenî Yol Bulent Kaya, Serokwekîlê Koma AKP’ê Bahadir Yenîşehîrlîoglû, Serokwekîlên Koma MHP’ê û nûnerên partiyên din tevlî civînê bûn.
 
Xala rojeva sereke ya civînê avanî, qada erk û esasên xebatê yên komîsyonê bû ku tê plankirin di sîwana Meclîsê de bê avakirin bû.