Pervîn Buldan li meclîsê dest bi peywirê kir

  • 17:36 24 Hezîran 2025
  • Rojane
ENQERE - Wekîla DEM Partiyê Pervîn Buldan ku weke Serokwekîla Meclisê hatibû hilbijartin, di axaftina xwe ya ewil de Sirri Sureyya Onder bi bîr anî û got: “Girîng e ku Meclis berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi cih bîne.”
 
Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan piştî weke Serokwekîla Meclisê hatî hilbijartin, cara ewil Meclis birêve bir. Pervîn Buldan, di dîwana Meclisê de axivî. 
 
Pervîn Buldan, di serî de Serokwekîlê Meclisê yê berê Sirri Sureyya Onder ku jiyana xwe ji dest dabû, bi bîr anî. Pervîn Buldanê, diyar kir ku Onder bi feraseteke rêveberiyeke demokratîk, adil û piranîparêz tevgeriyaye û got: “Nîşan da ku siyaset ji çêkirina qanûnan gelek wêdetir e. Karî hemû kesan di hesteke hevpar de bîne gel hev. Gotina wî ne ji bo hilweşandinê, ji bo avakirinê bû.” Pervîn Buldanê, diyar kir ku Onder dengê hemû kesan gihandiye Meclisê û wiha domand: “Wî, gel anî Meclisê. Ji bo başkirina birînên herî kûr û xedar ên welat tevdigeriya. Lewma ji aştiyê gelek bawer bû, bi aştiyê re bû û bi aştiyê re meşiya. Qasidekî aştiyê yê pir kedkar bû. Yek ji şahidên herî nêz ê vê parastina wî ya aştiyê ez bûm. Her tim gelek dilwêrek, jidil, kedkar û fedekar bû.” 
 
‘Domandina îradeya aştiyê rumete’
 
Pervîn Buldan, destnîşan kir ku domandina îradeya aştiyê, rûmet e û wiha pê de çû: “Ev peywir ji bo min ne meqam lê emanet e. Xeyala wî ya aştiyê, rêya min e. Bîranîna wî dê rêya me ronî bike. Ruhê wî şad be. Her wiha ez wekîlê me yê Colemêrgê yê serdema 23’yemîn Hamît Geylanî yê hêja û hemû endamên meclisê yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim.” 
 
‘Peywira ewil a li meclîsê’
 
Pervîn Buldan, daxuyand ku ew dixwazin aştiyeke birûmet pêk bînin û axaftina xwe wiha qedand: “Di vê pêvajoya zehmet de, ji bo avakirina aştiya welat û herêmê, hewceye TBMM berpirsyartiya xwe ya dîrokî bicih bîne. Yek ji rojevên sereke yên meclisê ew e ku peymaneke civakî ya xwe dispêre serweriya hiqûqê, mafên mirovan û civaka demokratîk çêbike. Xebata ji bo cîbicîkirina vê berpirsyartiyê, hêviya min a herî mezin e. Aştiyeke mayinde, ji bo welatê me û herêma me pêdiviyeke herî lezgîn e. Bêguman ji bo mayindekirina aştiyê û serxistina pêvajoya çareseriya demokratîk, navnîşana avêtina gavan Meclis e. Em dikarin aştiyê û komareke demokratîk diyarî 86 milyonan bikin. Li pêşiya vê tu astengî nînin.”