
Gulsever Ege: Em dixwazin çanda xwe biparêzin
- 09:03 8 Tîrmeh 2025
- Çand û Huner
Memîhan Zeydan
BÊDLÎS-Gulsever Ege ku bi firotina cil û bergên Kurdî debara xwe dike, anî ziman ku wê ev tenê ji bo berjewendiya aborî nekiriye û ev tişt got, "Me xwest em çanda xwe pêş ve bibin û biparêzin. Gelek ciwan vê çandê nizanin, em hewl didin ku wê bi wan jî bidin nasîn."
Cil û bergên Kurdî ku di çanda Kurd de cihekî girîng digirin, hîn jî hewl didin hebûna xwe biparêzin, lê ji hêla hin kesan ve nayên tercîh kirin. Berê, cilên ji qumaşên erzan en Kurdî di jiyana rojane de dihatin bikaranîn. Lê îro ew tenê di dawetan de têne lixwekirin. Her çend hejmara kesên ku hem ji vê yekê pere qezenc dikin û hem jî hewl didin ku çandê biparêzin roj bi roj kêm bibe jî kesên ku vê têkoşînê didomînin jî hene.
Gulsever Ege, diyar kir ku her çend ew bi cil û bergên Kurdî debara xwe dike jî ew hewl dide ku pêşî li jibîrkirina van cil û bergan jî bigire û nirxandinên li ser pîşeya xwe kir.
'Me xwest çanda xwe biparêzin'
Gulsever Ege ku diyar kir ew nêzîkî 8 salan di karsaziya cilûbergên kudî de dixebite, got, "Ez berê li şaredariyê dixebitîm. Di sala 2016'an de, qeyûm danîn ser hemû şaredariyên Kurdistanê. Wan ez jî ji kar derxistin û ev ji bo min pêvajoyek pir dijwar bû. Min dest bi lêgerîna kar kir, kesekî kar nedida me. Min jî dixwest li ser lingên xwe bisekinim. Me di dawetan de cilên kurdî li xwe dikirin û dema ku me dît ku mirov ji wan hez dikin, min ev kar da destpêkirin. Ew jî çanda me ye, cilên me yên kurdî ne, ji ber vê yekê min ev kar kir. Niha em beşdarî mîhrîcanan dibin. Em diçin bajarên din jî. Ew çanda me ye, me xwest wê pêşve bibin û biparêzin. Gelek ciwan vê çandê nizanin, em hewl didin ku wê bi wan jî bidin nasîn."
'Jiyan li Kurdistanê dijwar e lê divê em li ber xwe bidin'
Gulsever Ege tekez kir ku di civakê de nêzîkatiyên cûda yên li hember jinan hene û got, "Di civakê de nêzîkatiyên erzan hene wekî 'Jin nikarin tiştan bi serê xwe bikin'. Lê ev bi kes ve girêdayî ye. Divê mirov baweriya xwe bi xwe bîne û xwe ji hêla mirovên li dora xwe bide qebûlkirin. Çi dibe bila bibe, divê mirov dema ku karekî dike hez bike. Divê em jin li ser lingên xwe bisekinin û ji bo wê têbikoşin. Divê em bi xwe bikin bêyî ku li benda kesekî din bin. Berê em li şaredariyê dixebitîn û wan em ji kar derxistin. Dewletê zext li me dikir û yên li dora me ji silavdayîna me ditirsiyan. Lê çi dibe bila bibe, divê mirov dev ji têkoşînê bernede û divê bawer bike ku ew ê bi ser keve. Jiyan li Kurdistanê dijwar e lê divê em li hember zehmetiyan li ber xwe bidin. Erê, wekî jinek, ev dibe ku hîn dijwartir be lê divê em dev jê bernedin."
'Divê em ax û çanda xwe biparêzin'
Gulsever Ege, diyar kir ku ew ji bilî firotina li ser medya civakî bi beşdarbûna mîhrîcanan jî cil û bergên kurdî difiroşe û ev tişt got: "Aborî li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê di rewşek pir xirab de ye. Mirov dixwazin bikirin lê her gav nikarin derfetê bibînin. Ji ber krîzê em nikarin heqê keda xwe bigirin. Ji ber ku aboriya gel qels e, daxwaz jî kêm dibe. Ji ber ku mirov ji bo debara xwe zehmetiyan dikişînin. Axa Kurdistanê dewlemend û berhemdar e, lê ji ber polîtîkayên ku ji hêla pergalê ve têne meşandin, mirov koçî metropolan dikin. Ev bi serê xwe pirsgirêkek aborî ye. Divê em ax û çandanda xwe biparêzin û li hev xwedî derkevin. Bi taybetî em jin divê hevdu biparêzin û hişyar bin. Di encama polîtîkayên dewletê de, em di warê ziman, çand û hunerê de asîmîle bûne. Tiştê ku civakekê li ser piyan dihêle çand û hunera wê ye."
'Ger jin azad bibin, ew ê civak jî azad bibe'
Gulsever Ege, tekez kir ku sedema sereke ya karê wê parastina huner û çandê ye û got, "Bê guman aliyekî aborî heye. Lê ji bo min, aborî duyemîn e. Armanca min a sereke di vî karî de parastina huner û çanda min e. Çi dibe bila bibe, divê em dev ji têkoşînê bernedin. Ger jin azad bibin, ew ê civak jî azad bibin. Ji ber vê yekê, divê em jin pêşî huner û çanda xwe biparêzin. Piraniya kesên ku vî karî dikin mêr in, çima divê jin vî karî nekin, çima divê jin rola xwe di civakê de nelîzin? Divê em ji ser pirsgirêkan venekişin û çareser bikin. Divê em bêyî ku gavek paşve bavêjin berdewam bikin. Mirov dikarin piştî demekê ji hêla aborî ve baş bibin û jin jî dikarin li ser bingehek wekhev bixebitin."
'Werin em bêyî ku destûrê bidin asîmîlasyonê têbikoşin'
Di dawiyê de, Gulsever Ege tekez kir ku ev çand divê ji bo pêşeroja me û ciwanên me neyê jibîrkirin. Gülsever Ege wiha dawî li axaftina xwe anî, "Divê cilên kurdî yên gelê Kurd neyên jibîrkirin. Werin em cilên xwe yên kurdî mîna dayik û mezinên xwe biparêzin. Îro, ev cilên kurdî ne pir têne zanîn û tenê li hin herêman di dawetan de têne lixwekirin. Ez dixwazim ji ciwan û jinên ku dê vî karî ji bo pêşeroja me û pêşerojeke azad bikin re wiha bêjim. Werin em ziman, huner û çanda xwe biparêzin da ku em neyên asîmîlekirin. Werin em bêyî ku rê bidin asîmîlasyonê têbikoşin."