Derbarê Nûçegihan Ceylan Şahînlî de lêpirsîn

  • 12:38 8 Tîrmeh 2025
  • Hiqûq
RIHA -Derbarê Nûçegihana MA'yê Ceylan Şahînlî de bi hinceta daxuyanî li ser rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin daye, lêpirsîn hate destpêkirin.
 
Derbarê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî de bi sedema ku 23’yê Kanûna 2024’an li sînorê Pirsûs-Kobanê li ser rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin axivîbû, lêpirsîn hate destpêkirin.
 
Ceyhan Şahînlî bi hinceta “muxalefeta li dijî qanûna xwepêşandan, meş û civînê” wê îfadeyê bide Midûriyeta Şaxa Ewlehiyê ya Rihayê.
 
Bi hinceta heman daxuyaniyê, derbarê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Mehmet Şirîn Gurbuz û rêveberê Rêxistina Rihayê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Bekir Benek de jî lêpirsîn hate destpêkirin.