TAJÊ tevlî pêngava 'Em dixwazin Abdullah Ocalan bibînin' bû

  • 14:16 9 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ, bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya ji bo pêngava cîhanî ya "Em dixwazin Abdullah Ocalan bibînin" ragihand. 
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi daxuyaniyek tevli pêngava "Em dixwazin Rêber Apo bibînim" ku li gelemperiya cîhanê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bû. Daxuyanî bi dirûşma ‘Em dixwazin Rêber Apo bibînin’ li Baxçê Serok Apo hat dayîn.
 
Di daxuyaniyê de Berdevka TAJÊ Rîham Hico diyar kir ku ew wek tevgera jin dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin û wiha got: “Wek TAJÊ em piştgiriya xwe ji bo hemleyê didin nîşandan. Tecrîda li ser Serok Apo hê jî nehatiye şikandin. Beriya 6 mehan ji hêla Rêber Apo ve Banga Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyek nû hat ragihandin. Heta Rêber Apo azad nebe em ê her di nav têkoşînê de bin. Ji bo vê wek TAJÊ em pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ da destpêkirin. Armanca me ji vê pêngavê belavkirina fikir û ramanê Rêber Apo ne. Wek jinên êzidî daxwaza me şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya me jinên êzidî ye.”
 
Di daxuyaniyê de Xoxê Feqîr û Berfê Elyas jî axivîn.
 
Xoxê Feqîr da zanîn ku divê beriya her tiştî jinên êzidî Abdullah Ocalan hîs bikin û ev tişt vegot: “Weke jin û civaka ku ji qetlîaman derbas bûye, em dixwazin Serok azad bibînin. Heta niha me dengê Serok nebihîstiye û divê em êdî wî azad bibînin, bikaribin biçin hevdîtina wî û bi çavê xwe rewşa Serok Apo bibînin.”
 
Berfê Elyas jî destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan çi ji destê wan were dê bikin û ev nirxandin kir:   “Em destpêkê silavên xwe ji Serokê xwe dişînin û em dixwazin azad bibe. Serokê me ji bo aştî û azadiyê çi ji destê wî hat kir û teqsîr nekir. Hêvî û daxwaza me azadiya Serokê me ye. Ger Serokê me azad bibe em jinên êzidî jî azad bibin. Ev bi salan e em xwe û zarokên xwe li ser fikirên Serok Apo perwerde dikin û axa xwe diparêzin. Azadiya me azadiya Serokatî ye û em azadiya Serok Apo dixwazin.    ”
 
Her wiha li ser navê Jinên Ciwan ên Şengalê Avesta Ezda jî bi kurtasî van tiştan anî ziman: “Em jî wek Jinên Ciwan ên Şengalê bi hezkirin û rêzdarî Rêber Apo silav dikin. Weke jinên ciwan em cihê xwe di nav hemleya TAJÊ de dibînin.Tiştên ku dikeve li ser milê me hîn bêtir xwendin û belavkirina fikrên Rêber Apo ye. Em encax wisa dikarin bi berfirehkirina rêxistin xwe ya jinên ciwan bibin layîqê Rêber Apo. Ev 26 sal bû em hêviya agahiya Rêber Apo bûn. Nameya ku Rêber Apo ji civaka êzidî û jinên êzidî re şandî gelek gelek girîng bû. Pêwîst em wek jin xwedî li peyama Rêber Apo derkevin û xwe hîn zêdetir perwerde  bikin. Ji bo em wek jinên ciwan bibin çareseriya pirsgirêkên civakî û bibin bersiva fermanan divê xwe li ser fikrên Rêber Apo perwerde û azad bikin. Azadiya Rêber Apo azadiya jinên ciwan e. Rêber Apo herî zêde nirx û girîngî dide azadiya jinê û dibêje ‘azadiya jinê azadiya min e’. Li ser vê esasî divê em xwedî li Rêber Apo derkevin û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bilind bikin.”