
Ji bo meşa li dijî hişbirê ya li Dêrsîmê bang
- 18:33 9 Tîrmeh 2025
- Rojane
DÊRSIM – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsîmê wê sibê li diJî tundî, hişbir, çeteyan meşekê pêk bîne. Platformê ji bo meşa sibê belavok belavkirin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsîmê sibê li Dêrsîmê li dijî tundî, hişbir, çete û rêderxistinê saet di 18’an de wê li Kolana Hunerê meşekê pêk bîne. Endamên Platformê li navenda bajar belavok belavkirin û banga tevlibûnê li weşatiyan kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsîmê Ayten Kordu û gelek kes tevli bûn.
Ayten Kordu da zanîn ku divê li dijî polîtîkayên hişbir, tundî û çetebûnê têkoşîna yekbûyî bê meşandin.