Kesên ku di Komkujiya Zîlanê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn

  • 16:06 13 Tîrmeh 2025
  • Rojane
WAN - Kesên ku di Komkujiya Zîlanê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
 
Kesên ku di salvegera 95. a Komkujiya Zîlanê de jiyana xwe ji dest dane, hatin bîranîn. Di bîranînê de, pankartek bi nivîsa "Komkujya geliyê Zilan jî bîr nekin, Zilan da ku nebe dîsan" hate hilgirtin.
 
Hevseroka Bajarê Wanê ya DEM Partiyê Gulşen Kurt di bîranînê de axivî û got, "Qetlîama li vir hatiye kirin wekî lekeyek tarî li ser cîhanê maye. Em dizanin ku di tevahiya dîrokê de ji Koçgirî bigire heta Geliyê Zîlan û Roboskî li dijî gelê Kurd gelek komkujî û êrîş hatine kirin. Di van komkujiyan de jin û zarok bûn hedef û hatin qirkirin. Gelê Kurd tu carî li hember polîtîkayên înkar û îmhayê serî natewîne û dê têkoşîna xwe bidomîne."
 
Piştî daxuyaniyê, qurnefîl li cihê komkujiyê hatin danîn. Piştre, di çarçoveya bernameya bîranînê de vîdyoyek hate nîşandan.