AATUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist

  • 16:05 13 Tîrmeh 2025
  • Rojane

  

EDENE - AATUHAY-DER’ê 3’yemîn Kongreya xwe li dar xist û rêveberiya nû hilbijart. 
 
Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER), li Şîrîn Muzîkholê bi dirûşma “Bi kesayetên azad em civaka demokratîk ava bikin”,  3’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat, rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li bûn. 
 
Piştî hilbijartina dîwanê, rêz hate girtin. Piştre jî peyama bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dîmenên merasîma îmhakirina çekan a PKK’ê hatin nîşandan. Dîmen, bi çepik, tililî û dirûşma “Bijî Serok Apo” hate pêşwazîkirin. 
 
Kerem Canpolat ku tev li merasîma li Silêmaniyeyê bûbû, got: “Gelê Kurd, bi têkoşîna xwe, hebûn, nasname, ziman û çanda xwe bi Tirkiye û dinyayê da qebûlkirin. Divê girtiyên siyasî bên berdan. Divê her kes pêvajoyê fêm bike û ji gel re vebêje.” 
 
Dayika Aştiyê Şemsa Bagdû jî got ku divê kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane neyên jibîrkirin û ev tişt anî ziman: “Bila Kurdistan azad bibe. Bila Rêberê me azad bibe.” Şemsa Bagdu ku hestiyar bû, dema diaxivî zehmetî kişand. 
 
Alî Bozan jî bal kişand ser bandora payema bidîmen a Abdullah Ocalan û merasîma PKK’ê. Bozan, “Rojiya Mirinê ya Mezin a 4’ê Tîrmeha 1982’yan” bi bîr xist û kesên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî. Bozan, got: “Rehet razên. Îro hûn bûne milyonan kes. Kurdên 95 sal berê li Zîlanê hatin qetilkirin, îro li Kurdistan û her çar aliyên cîhanê rêxistinkirî ne. Îro li Rojava xwedî statû ne. Îro li Rojhilat xwedî parastina cewherî ne û bi milyonan kes herikîn qadên Newrozê. Îro li Başûr xwedî dewleteke federe ne û îro li Bakur pir birêxistinkirî ne. Em bejna xwe li ber kesên bûne wesîleya van rojan ditewînin.” 
 
Piştî xwendia raporên darayî û xebatan, hilbijartin hate kirin. Azîze Yaşar û Zahîr Akalin bûn hevserokên nû yên AATUHAY-DER’ê.