
‘PKK’ê dest ji çekan berda divê dewlet gavên şênber bavêje’
- 09:04 4 Tebax 2025
- Rojane
Rabîa Onver
COLEMÊRG - Dayika Bager Gever ê li herêma Zapê di êrîşa çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabû, Perîhan Dara wiha got: “PKK’ê dest ji çekan berda. Divê dewlet jî gavên şênber bavêje. Em dixwazin serokê xwe li meclîsê bibînin.”
Pêvajoya piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye bi lez didome. Malbatên gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê der barê pêvajoyê de daxwazên xwe tînin ziman. Dayika Bager Gever ê di bikaranîna çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da, Perîhan Dara jî yek ji van dayikan e.
Bager Gevger (Erkan Dara) Li Gever a Colemêrgê tê dinê û mezin dibe. Bager Gever ji ber zextên dewletê di 2013’an de tevli PKK’ê dibe. Di 2022’an de li herêma Zapê di encama êrîşa kîmyewî de 47 rojan di tunelên şer de li ber xwe da û piştre çalakiya fedayî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Malbatê hîna cenazeyê wî negirtiye.
Dayika Bager Gevger, Perîhan Dara da zanîn ku ji bo çareserî û jiyanek demokratîk divê dewlet gavê bavêje.
Em serbilindin
Perîhan Dara destnîşanir ku Bager ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin û wiha vegot: “Kurê min ji ber tundî û zextên dewletê tevli PKK’ê bû. Min dixwest kurê min bixwîne. Min ew her sibeh dişand dibistanê lê ew diçû partiyê. Got ez naçim leşkeriyê. Piştre tevli PKK’ê bû. 9 salan têkoşîn da û di sala 10’an de şehîd bû.”
‘Me dest ji têkoşîna xwe berneda’
Perîhan Dara daxuyakirin ku ew bi têkoşîna kurê xwe serbilind e û wiha anî ziman: “Min kurê xwe di xewna xwe de dît û piştre me agahiya şehadeta wî girt. Di xewna xwe de alîkarî dixwest.Me malbatan tiştên pir giran jiyan. Lê me dest ji têkoşîna xwe berneda. Min kurê xwe winda kir bila dayikên din winda nekin. Em piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê ya rêberê me daye destpêkirin. Em dixwazin serokê xwe li meclîsê bibînin. Bila gerîla jî vegerin cem malbatên xwe. Bila dewlet êdî gavek şênber bavêje.”