Ji Sanatolia hevgirtina bi Dayikên Aştiyê re

  • 22:16 27 Tebax 2025
  • Çand û Huner
 
MERSÎN - Atolyeyên Kolektîf ên Sanatolia di çalakiya xwe ya yekem a "Rojên Hunerê" de ji bo piştgiriya Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mersînê stran pêşkêş kirin.
 
Di çarçoveya "Rojên Hunerê" yên yekem de, Atolyeyên Kolektîf ên Sanatolia li avahiya atolyeyê ji bo piştgiriya Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mersînê çalakiyek muzîkê li dar xist. Dayikên Aştiyê, endamên Meclîsa Şaredariya Akdenîzê, berpirsên şaxên parêzgeh û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek kesên din beşdarî çalakiyê bûn.
 
Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mersînê Emîne Eren di axaftineke kurt de spasiya Dayikên Aştiyê ji bo xebata wan a heta niha kir û got, "Em ê bibin dengek ji bo aştiyê. Têkoşîna me dê berdewam bike heta ku rêberiya me û girtiyên me azad bibin." Piştre bi Erbaneyê stran hatin pêşkêş kirin.
 
Çalakî bi klamên dengbêj û govendê bi dawî bû.